Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Belgefilmê “Bakur” piştî ku hat nîşandan bi du salan rastî lêpirsînê hatibû û bi hinceta “propagandeya rêxistinê kiriye” doz derbarê wê de hatibû vekirin. Beriya civîna pêşiyê ya dadgehkirinê sînameger li ber avahiya Edliyeyê ya Çaglayanê kom bûn û gotin, “Nabe ku sînema bê dadgehkirin”.
Doz ji ber ku ji hêla 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê hatiye vekirin hat xwestin ku yek ji derhênerên belgefilmê Çayan Demîrel îfaya xwe li Stenbolê bide. Di vê çarçoveyê de civîna pêşiyê ya dozê li 23yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bi rê ve çû. Lê ji ber ku heyeta dadgehê li betlaneyê bû parêzeran ji bo civînê daxwaza rojeke din kirin. Doz ji bo 8ê Sibatê ya 2018yê hat bipaşxistin.
Beriya civînê sînameger li ber avahiya Edliyeyê ya Çaglayanê kom bûn. Çayan Demîrel û dehênerê din ê belgefilmê Ertûgrûl Mavîoglû, lîstikvan, rojnameger û Parlamenterê HDPyê Garo Paylan li ber edliyeyê amade bûn.
Sînemageran li vir pankartek vekirin ku nivîsa ““Nabe ku sînema bê dadgehkirin” li ser wê hatibû nivîsandin. Li vir liser navê beşdaran ji Beşa Sînema Televizyonê ya Zanîngeha Bahçeşehîrê Profesor Zeynep Tul Akbal Sualp û endamê Lijneya Birêveberiyê ya sendîkaya sînemageran (SİNESEN) Melîh Bîçerî xwend. Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku li Tirkiyeyê cara yekê ye ku berhemeke sînemayê bi cezayê giran re rû bi rû dimîne.
“Em bi Çayan û Ertûgrûlî ne”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku “Ji ber vê darizandina bêhiqûqî em îro li vir li gel hevalên me Çayan û Ertûgrûlî ne ku ne tenê li dijî hiqûqa gerdûnî li dijî Destûra Bingehîn û qanûnan, li dijî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û yên Dadgeha Destûra Bingehîn e”.
Belgefilm hatibû sansûrkirin
Belgefilmê “Bakur” bi derheneriya rojnameger Ertûgrûl Mavîoglû û derhêner Çayan Demîrelî hat kişandin ku produktoriya wê Ayşe Çetînbaşê kiriye. Belgefilma ku 92 deqîqe ye û bi navê Belgefilmeke Gerîla: Bakur hatibû amadekirin. Film bi banga Abdulah Ocalan Serokê PKKyê ya ji bo paşvekişîna endamên PKKyê dest pê dike ku 21ê Adarê ya 2013yê li Newroza Amedê hatibû xwendin. Xebatên belgefilmê du salan domand û sala 2015yê hat nîşandin.
Belgefilm wê li 34emîn Festivala Filman a Stenbolê di kategoriya ji derveyî pêşbirkê de bihata nîşandan.
Lê Weqfa Çand û Hunerê ya Stenbolê (İKSV) nîşandana belgefilmê betal kir. Weke hincet nivîsa ku Wezareta Çand û Turîzmê 11ê Nîsanê di mijara “belgeya pesendkirinê ya tomarê” de nivîseke hişyariyê şandiye hat nîşandan.
Di rojên ku belgefilm ji hêla İKSVyê ve hat sansûrkirin de temaşevan li ber sînemaya Atlasê kom bûn û li şûna film civîna nîqaşê çêbû.
Piştî vê civînê sînemager li Salona Civîne ya Cezayirê kom bûn û civîneke hevbeş li dar xistin.
Doz piştî 2 salan hat vekirin
Piştî ku belgefilm li Êlihê li Salona Sînemayê ya Yilmaz Guneyê ya Şaredariya Êlihê hat nîşandan bi du salan derbarê derhêner Ertûgrûl Mavîoglû û Çayan Demîrelî bi hinceta ku “propagandeya rêxistinê kirine” doz hat vekirin.
Dozger Omer Îlhanî îdianame amade kiriye û di îdianameyê de xwestiye ku rojnameger û sînameger Mavîoglû û ji bo derhêner Demîrelî li gorî Xala 7/2yê ya Yasaya Têkoşîna li Dijî Terorê (TMK) werin cezakirin.
Îdîaname ji hêla 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê ve hatiye qebûlkirin û civîna pêşiyê wê 18yê Kanûna Paşiyê ya 2018yê bi rê ve biçe. (EA/FD)