Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Ji ber fikrên wî li pey hev gelek doz li Ferhat Tûncê hûnermend hatine vekirin, dadgehên li Tirkiyeyê 10 sal cezayê girtinê ji wî re dixwazin. Forûma Cîhanê ya Mûzîka Azad(Freemuse) ku navenda wê li Danîmarkayê ye, xwest Ferhat Tûnç ji dozan azad bibe.
Forûmê daxuyand:
“Ji 30 salan zêde ye ku [Ferhat Tûnç] karên hûnerî dike û di 10 salên paşiyê de ji ber mûzîk û çalakiyên wîî yên aştîxwaz doz li wî hatine vekirin.
“Ji bo hemî sûcên ew pê tê sûcdarkirin 10 sal cezayê girtinê tê xwestin.
“Digel ku di Sibata 2015ê de Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryar da û diiyar kir cezakirina Ferhat Tûncî azadiya xwe-îfadekirinê binpê kiriye. Ferhat Tûnç ji ber parvekirinên xwe yên li medyaya civabî bi sûcên “propagandaya ji bo terorê” û “heqareta li serokkomarî” tê sûcdarkirin.
Freemuseyê ji bo daxwaznameya dê ji Dadgeha Bilind re rêke ji welatiyan xwest ew daxwaznameyê îmze bikin.
Ji bo dîtina daxwaznameyê(bi zimanê Tirkî) bitikînin.
(HKMB)