Wêne: Murat Bayram/bianet(arşîv)
Şêrgele hene bê kêl û bê gorn
Şêrgele hene şevçirax û heyve-ron
Arjen Arî di helbestên xwe de zimanek mîna dims û tehînê bi kar aniye hem bi pev kelandî hem şîrîn hem ji bê hev tu wateya wan tune. Temayên ku di helbestên xwe de bi kar aniye berxwedan, hêvî, bawerî, hezkirin û mîna gelek hestên din ku em di jiyana xwe ya rasteqîn de bê wan nikarin bijîn.. Ew her bûyer û qewîmînên dîrokî mîna rastgoyê dîrokê derdixe pêşberî me. Hema hema herkes, hema hema herkesê ku piçek difikire an qabiliyata wan î dîtina bûyerên jiyana wan hebe nikarin xwe ji derveyî van bûyeran bihesibînin an wan red bikin. Eha tam di vî warî de nivîskar û helbestvanên mîna Arjen Arî derdikevin hemberî me. Di helbestên wî de mît, çiya, war, bêrîkirin mîna keziyên jineke keser kişandî bi hev girêdayî û rasteqîn e.. Geh bi devê şervanekî, geh bi ê penaber û koçerekî, geh bi yê şivanekî, geh bi yê girtiyekî, geh bi yê xortekî vedibêje helbesta xwe. Û dixwaze bibe devê herkesî daxwaz û hêviyên herkesi…
Di helbestên wî de çiya dijîn. Cih û warê vejînê ne. Cudî, Herekol, Gabar, Şîmar, Gilala, Nemrûd, Agirî, Sîpan, Tûjik, Munzir hwd. Çiyayên ku tên qalkirin.
Ew ji şivanekî bigire kur, keç , heta cerdevan û her cure teyr û tebayê ji xwe re dike malzeme û birîna welatekî radixe ber çavan. Di helbestên wî de ji ‘’Ramûsan min veşartin li geliyekî bigrin…heta Şêrgele’’ bi heman şêwaz û vegotinê bala mirov dikşînin. Trajediya bi sedan salan ya li vê xakê hatiye jiyîn bi sebr û bi hostetî vedibêji û dighîne îroj. Niha em ê li ser pirtûkên wî yî ‘’ramûsan min veşartin li geliyekî, ev çiya rûspî ne û eroûtika’’ bisekinin û bi çend hevokan wan vebêjin.
Ramûsan min veşartin li geliyekî
Arjen Arî di vê pirtûka xwe de vegotineke bi rêk û pêk bi kar aniye. Hema bêje di hemû helbestên xwe de şert û mercên ku gelê me dijiya û hîn dijîn barkiriye ser milê û kiriye bar li ser dile xwe . Û tiştên dîtî, bihîstî û jiyayî nivîsiye. Lê di vê dîwanê de warê tê pîrozkirin mekanê herî fireh ciyê ku dikevi şûna welat û heta dibe welat bi xwe çiya ne. Pirtûk bi helbesta ‘’Herekol’’ dest pê dike û bendek vê helbestê bi vî awayî ye.
Herekol im ez, ez herekol im
li jor im,
eniya xwe rak! Hê jî li jor im
li ser axekê –ku îro bindest-
ji doh de kefte left
îro pîkol im! (r.10)
Di ev helbestên xwe de bi awayek zindî behsa insûrên dîrokî dike.( Îskender, Med, Ecem..) û dibêje qey bi çiyayên xwe re diaxife. Wan mîna bedenekê dibine. Bedena êş û bilindahiyê.
Di helbesta xwe ya ‘’kûlÎlkên bihara derengmayî’’ de jî li ser temaya çiya disekine. Em çend riste ji vê helbestê jî binivîsin.
…
Bi xwîn bin, bi xwêdan bin
Agir de qiçqiçî ger bi jan bin
Seîd e terhek wan, pelek wan qadî ye
Tu bîhn bikî hilma wan Dersîmî ye
Çar şaxan de berxwedan
Vebûna Riza, vebûne Barzan, Mazlum vebûne
Her vebûnê de qir-qelanek jiye
Li vî çiyayî…(r.21)
Ji van risteyan jî diyar e ku di ev helbesta xwe de qala mezinên kurdan dike. Ango dibêje ku heta bi kûlîlkên van çiyayan de jî behna azadiyê heye. Yanê aliyek wan kûlîlkên me Seîd be, pêlek wan Qadî ye, hilma wan Dersîmî ye. Ew di rengê Riza, Barzan, Mazlûm de vebûne..
‘’zarokên zerdeşt, karibî wer vemirîn,kutik goştê şima nêweno, krîvê kêvo’’ jî helbestên wî ên di vê pirtûkê de derbas dibin û di heman mijarê de ne..Ji bilî wan di navbera her du sê helbestên kûr û dirêj çarînek heye. Ev çarîn mîna behnvedanekê mirov rehet dikin û ji ew kûrahiya çiya, mirov piçekî xilas dikin û derdixin ser rûyê erdê..
Ev çiya rûspî ne
Duyemîn pirtûka helbestvan e. Helbestvan ji terciha xwe haydar e. Hê di helbesta ewil û di ya pêy wê re em rastî hestên berxwederî û daxwaza têkoşînê tên. Di her rûpelê de ev sedem û daxwaziyê yek bi yek nîşanî me dide. Ev berhem jî wek berdewama ‘’ramûsan min veşartin li geliyekî’’ ye. Her wiha sitûnên helbesta xwe ya destanî bi vê berhemê datîne û bilind dike. Lehengên wê ji sembolên pîrozî û efsûnî dûr in. Kesên ji rêzê ne wek min û te. Car caran hêrs dibe, xemgîn dibe û diponije.. ‘’cûdî, berê min ketiye xozatê, çûkên şer, ev çiya rûspî ne..’’ ev helbestên wî ku temaya çiya di xwe de dihewîne. Di helbesta xwe ya ‘’gewendî’’ de bi awayek eşkere behsa xwefiroşan dike.
Firotin
Xwîn firotin, xwe firotin û goştê xwe.
firotin, ji xwefiroşan giha me.
Te jî xwe firotibe binoşe…(r.61)
Di helbestên wî ên ‘’kol î poşman û tu bihata’’ de temaya evînê bi kar aniye. Helbesta wî ya ‘’dem payiz e’’ jî helbestek e pastoral e. Yanê ev tê vê wateyê ku ne tenê mijara çiya heye, dil û qelema xwe ji mijarên din re jî vekiriye.
Eroûtîka
Arjen Arî piştî van dîwanên xwe Eroûtîkayê dinivîse. Di vê erdnîgariyê de ji bilî êşên ku em dijîn em tu tiştî nefikirin an hest nekin an nejîn. Temam em bindest in temam em tên kûştin, binçavkirin lê ji berk u van tiştên ku ne di deste mê de ye û bê xwesteka me diqewime em xwe em jî xwe têxin bin heft qeydan. Jiyan berdewam e. Bi şer, şûr, qelem , evin û xwestekên zayendî berdewam in. Di vê dîwanê de dide du van rêzên me ên nepenî û bitalûke. Di helbesta Kurdî de li ser mijara rih, eşq û pirsgirêkên hûndirîn ên takekesî helbest hatine nivîsîn lê Arjen Arî bi awayek cûda hûnandiye van mijaran. Lê eroûtîka bi her hêla xwe ve dûrî van cure afirandina ne. Ew rastrerast behsa eşqeke beşerî dike. Dema ku em behsa eroûtîka dikin bila porno neye hişê we. Di eroûtîkayê de Arjen Arî lêkirinek di nav wan her du gotinan çêdike. Ewil xwe û erzûyên xwe ê beşerî rêz dike. Lê ev xisusiyetên rêzkirî ji yê evîndarekî wêdetir yên cinsî û zayendî ne. Gelek caran jî ji sînorên eroûtîkayê derbas dibin.
Piştre jî behsa taybetmendiyê yara xwe dike. ‘’bejn kin, çavreş, ling kiçik, lêvên erxevanî, gerdena emberî, tehêlên girover hwd..’’ Wekî em temaşeyî fîlmekê dikin wisa bi meraq û bi kelecanekê çîrok didome. Pirtûk bi hez û dilînên hevşabûnê dagirtiye. Arjen Arî esas realiteyek derdixe ber çavê me. Ew vê dinyayê û rastiya wê û mirov, pêdivî û xwestekên wan ên herî awarte pêşberî me dike..
Encam
Ez çi binivîsim jî ez zanim ne hûn memnûn dibin ne jî hûn diecibînin. Lê ev tiştek awarte ye. Nerîn, fikar, xwendin û dîtinên me cuda ne, kêm û zêde ne. Binerin ez karim nefsbiçûkahiyê jî bikim. Lê ez ev tişta zanim ku nivîsîna gotar û nivîsên bi têr agahî ne li gor min in. Ez mirova ceribandina me. Ev jî tarza min e. Hem piçek agahî didim we hem qelema min berê min bide kîjan alî ez diçim wir çimkî ez nikarim miqayetî mejiyê xwe bibim. Mîna em dibêjin hestiyê ziman tune lazim e mirov bibêje hestiyê mejî jî tune. Çimkî mejiyê min ne robot e. Her dem meşxul, guherbar û azad e. Ez ne mirova nivîsên tijî qural û qaîdeya me. Bêje, fikar, hevok di nava mejiyê min de şer dikin.
Belê belê tişta ku ez ê ji bo Arjen Arî bibêjim ev tişt e ku helbestvanek ew rihê kurdewariyê bi pêr hebû û tabî hebûna ew hesta jî têra meriv nake. Mirovek biqabiliyet bû ku vêya xweş neqil kiriye. Car caran hestên mîna brûskên tijî ceyran jî benda baranekê ne. Aha edebiyat jî ji vî tiştî re xizmet dike. Dilê mirov rehet dike. Dİlê me û mejiyê me ji wê nepixandinê distirîne. Ew zewqa ku hevokek meriv tarif dike rastî me tê an jî meriv li derekê dixwîne meriv nade bi tiştek din. De ez zêde dûdirêj nekim mîna ku ez ji gelek nivîskaran re dibêjim: ‘’ey helbestvan Xwedê serê qelema te tûj zimanê min ko bike.’’ Lê em nikarin vêya jî ji wî re bibêjin çû ye ber rehma Xwedê. Wê çaxê em jî bi du risteyên wî ên populer nivîsê biqedînin.
KÊ NEGOT AX Û NEÇÛ
KÎ NEBÛ AX Û NEÇÛ…
JIYANA ARJEN ARÎ
Arjen Arî 1ê Nîsana 1956an de li herêma Omeriya li gundê Çalê hatiye dinyayê. Di 1979an de Enstituya Perwerdeyî ya Diyarbekirê Beşa Zimanê Tirkî qedand. Cara peşî li kovara Tîrêjê de helbestên wî weşiyan. Weke gelek helbestvan û nivîskarê Kurd wî jî bi Tirkî dest bi helbestê kir. Di sala 1976an de li Nisebînê ji ber belavkirina belavokekê hate girtin. Wê demê polisan dest danîn ser helbestên wî yên Kurdî û Tirkî. Qasî hefteyekê hepsê de ma. Ew derket lê helbestên wî heta niha jî hepsî ne.
Piştî 12ê îlonê ew li welêt ma, helbestên wî di kovarên li derveyî welêt wekî Berbang, Kurdistan Press, Nûdem, Çira, Pelîn û Rewşenê de hatin weşandin. Di sala 1992"an de li navçeya Nisêbînê li ber deriyê mala xwe rastî êrişeke çekî bû û birîndar rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. Ji mirinê filitî. Piştî wê bûyerê êdî li Amedê ma. Helbestvan Arjen Arî ji ber nexweşiya penceşêrê 30ê Cotmeha 2012an de çû ser dilovaniya xwe.
Niha jî ez ê çend helbest û nivîsên wî ên di kovarên cuda cuda de hatiye çapkirin û berhemên wî bi we re parve bikim..
Nivîsên edebî û helbestên wî yên cuda
1980 îro dîsa, ev leşkerê rom û wer, bi navê O. Dara, Tîrêj, 2.
1992 Çîroka sêzdeh şev û sêzdeh rojan, Nûdem, 2.
1992 Sibeha îlonê û Çarîn, Nûdem, 3.
1994 Kevokê û Masîko, Nûdem, 10.
1994 Kurik û Kulîlkên bihara derengmayî, Nûdem, 11.
1995 Ne axperest im, Çira, 3.
1995 Tovreşîn im, Nûdem, 16.
1996 Wargeh, Çira, 5.
1997 Dilodîn, Nûdem, 21.
1997 Ji bîr nebûbê, Çarîn û Heta ferwerdîneke din, Nûdem, 24.
1998 Name, Nûdem, 28.
2000 Berê min ketiye Xozatê, Nûdem, 34.
2007 Min rahiştiye serê xwe, Nûbûn, 94.
2008 Piçek zaroktî, Nûbûn, 98.
2008 Nûçeyek xwezî û kezî, Nûbûn, 102.
2008 Ji klasîkiyê ber bi futurîstiyê ve Reşîdê Kurd, Nûbûn, 104.
2008 Birîna Reş, Nûbûn, 105.
2008 Qismet, Nûbûn, 106.
2008 Ji kişweran payiz e niha!, Nûbûn, 107.
Berhemên wî
1999 Ramûsan min veşartin li geliyekî, Weşanên Avesta, helbest.
2002 Ev çiya rûspî ne, Weşanên Avesta, helbest.
2003 Destana Kawa, Weşanên Elma, helbest.
2006 Eroûtîka, Weşanên Lîs, helbest.
2008 Bakûrê Helbestê / Antolojiya Helbesta Bakûr, Weşanên Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Duhok, antolojî.
2008 Şêrgele, Weşanên Avesta, helbest.
2009 Çil Çarîn, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê, helbest.
2010 Bîhoka li pişt sînor, Avesta, çîrok.
2011 Payîza Peyvê, Weşanên Belkî, Amed, helbest.
2012 Kulîlkên Be"îvan, Weşanên Ronahî, Amed, helbest.
2012 Gorî û Bindest, Weşanên Ronahî, Amed, helbest.
(BS/MB)