Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Dema serlêdanên ji bo 13emîn Festîvala Filman Mobile dest pê kir. Hûn dikarin filmên xwe bi rêya malpera mobilefilmfestivalê bişînin festîvalê. Ji bo serlêdanan dema herî dawî 9ê Kanûna Paşiyê ya 2018yê ye.
Derbarê festîvalê de
Festîval îsal cara 13emîn e ku wê li dar bikeve û weke festîvala kurtefilmên online a navnetewî ya bi navê Festîvala Filman a Mobile tê nasîn. Festîval li ser prensîbên telefoneke mobile, deqîqeyek û filmekî hatiye avakirin.
Festîval di sala 2017yê de di nava mehekê de gihişte 11 milyon temaşevanan. Ji 62 welatan 756 film beşdar bûbûn û 51 ji wan hatin hilbijartin.
Filmên ku wê têvekin pêşbirkê
Festîval armanca wî tiştî dike ku zehmetiyên aboriyê ji holê rake û herkes karibe xwe bigihêne her tiştî. Kesên ku kurtefilmên xwe yên yek deqîqeyî bi rêya telefonên mobile kişandibin dikarin serî li pêşbirkê bidin û serlêdan ji bo her kesî belaş e. Armanceke din a festîvalê jî ew e ku afirênerên ciwan derxe holê û bûrsan bide wan.
Beşdarvan filmên ku dixwazin bişînin bi çi şêweyê dixwazin dikarin bikişînin. Yanî film dibe ku tenê bi planekê hatibe kişandin, yan jî pevxistî, sêwirandî, efektên taybet û yên weke van hatibe kişandin. Her wiha dikarin bi cîhaza dengtomarkirinê ya xaricî yan jî bi telefona mobile deng tomar bikin.
Baldarî: Hemû muzîkên ku di filman de tên bikaranîn divê ji muzîkên ku mafên wan ên telîfê tunebin hatibin hilbijartin. |
Bûrs û xelat
Juriya filman ji derhêner, lîstikvan û profesyonelên endustriya sînemayê tê avakirin. Kesên ku biserkevin wê van xelatan bistînin:
Xelata Mezin a Navnetewî, buhayê wê 66 hezar lîreyê Tirkan e: Ev xelat ji hêla sporsona festîvalê, Bankeya BNP Paribasê (TEB) ve tê dayin û armanca wê ew e ku ji bo kesê bi ser ket budçeyekê dabîn bike û ew kes bikaribe bi produktor re filmekî bikişine.
Xelatên nîşandan û senaryoyê, buhayê wan 13 hezar lîreyê Tirkan e: Ev bûrs ji hêla CNCyê ve tên dayin û ji bo kesên serkeftî, alîkariya nivîsandina senaryoyê dike.
Xelatên lîstikvanên herî baş ên jin û mêr ji hêla juriyên festîvalê ve tên dayin. Her wiha li gel van xelatan xelatên temaşevanan, xelatên Senscritique û yên Juriyê yên dijîtal jî hene.
Juriya festîvalê
- Serok, Patrice Leconte: Senarîst, nivîskar û derhêner
- Ruben Alves: Derhêner û listîkvan
- Anne-Sophie Bion: Montejer
- Stéfi Celma: Lîstikvan û stranbêj
- Amelle Chahbi: Lîstikvan, nivîskar û derhêner
- Alice David: Lîstikvan
- Lola Dewaere: Lîstikvan
- Pascal Elbé: Lîstikvan, derhêner û senarîst
- Céline Kamina: Menajer
(HK/FD)