Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Wêneyên ku wênekêş Alî Ozî du salan li şûnwarê Tarlabaşiyê ya Beyoglûyê wêne kişandin û di encamê de 30 hezar wêne derketin holê. Wêneyên ku Alî Ozî kişandiye wê li Viyenê li Mekan 68ê di pêşangeha “Bajarê Şermê” de bên pêşkêşkirin.
Alî Ozî wêneyên kolanên ku şûnwarê Tarlabaşiyê ava dikin, mirovên ku kolanan dadigirin kişandiye û wê ev wêne ji 22yê Çiriya Paşiyê ya 2017yê heta 6ê Kanûna Paşiyê ya 2018yê bên nîşandan.
“Li windayên xwe, li şermên xwe….”
Ozî got ku “Dema ku bîra me/sembolên me yên bajarvanî, dîrokî û civakî tên rûxandin em careke din li windayên xwe, li şermên xwe dinêrin”.
Derbarê Alî Ozî de
Beşa Radyo û Televizyonê ya Dibistana Bilind a Çapemenî û Weşanê ya Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Enqereyê qedandiye. Di sala 1979ê de bi pereyekî hindik kamerayek kiriye û dest bi wênekêşiyê kiriye.
Li nava welêt û dervewî welêt gelek pêşangeh vekiriye û gelek xelat wergirtiye. Li Nokta, Guneş, Milliyet, Cumhuriyet, Aktuel, Tempo û kovara NTV Magê kar kiriye. Hîna jî weke nûçegîhanê fotografan ê serbest kar dike. (PT/FD)