Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Kurtefilmê anîmasyon ê bi navê “Hadîa” li Festîvala Filmên Zarokan a Chicagoyê ya Navnetewî du xelat stand ku ku derhênerê wê Sînem Sakaoglû ye. Film cara pêşiyê 3yê Çiriya Paşiyê ya 2017yê li Festîvalê hat nîşandan.
“Hadîa” di çarçoveya Festîvalê de Xelata Aştiyê ya Liv Ullmannê (Liv Ullmann Pecae Prize) û Xelata Duyemîn a Kurteanîmasyon ya Herî Baş (Best Animated Short 2nd Place) stand.
Anîmasyon di çarçoveya projeya Anadolû Kulturê ya bi navê “Mîrateya Çandî ya Sûriyeyê ya ji bo Zarokan: Pirtûk û Lîstik” de hat amadekirin.
Film behsa çîroka Tarek qehremanê super ê Helebî dike ku 6 salî ye.
Xelata xwe diyariyî Osman Kavalayî kir
Derhêner Sînem Sakaoglûyî di merasîma xelatdayinê de axivî û got, “Ez vê xelatê weke diyarî pêşkêşî Osman Kavalayî dikim ku salek berê ji bo amadekirina vî filmî li min geriya û pirsa, ‘Gelo ji bo zarokên Sûriyeyê yên ji malên xwe hatine dûrxistin rêyek heye ku em hêviyekê çêbin?’ û mixabin niha li girtîgehê ye.”
Film wê online bê pêşkêşkirin
Piştî pêşkêşkirina di festîvalan de wê temaşekirina film bi awayekî online pêk bê.
Her wiha pirtûka ku ji ber çîroka film hatiye amadekirin, dîsa bi navê “Hadia” û bi Tirkî-Erebî hatiye çapkirin di nêz de wê bê çapkirin û ji bo saziyên sivîl bê pere were şandin.
Derbarê Sînem Sakaoglûyê de
Xebatên xwe yên Anîmasyonê li DYA, Almanya û Tirkiyeyê berdewam dike. Di sala 2010ê de derhêneriya filmê Das Sandmännchen - Abenteuer im Traumlandê kiriye ku film bi produktoriya Almanya û Fransayê de hatibû kişandin. Efektên dîtbarî yên filmê “Cut” ê Fatîh Akin çêkiriye. (HK/FD)