Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Rastak yek ji wan komên muzîka hemdem a Îranê ye ku herî zêde tê naskirin û hezkirin. Kom amadekariyê dike ku cara pêşiyê li Stenbolê konsertekê bide. Koma ku muzîkê bi awayê ceribandinê çêdike wê 23yê Çiriya Paşiyê li Stenbolê li Navenda Pêşaniyê ya Bostanciyê derkeve pêşberî muzîkhezan. Konserta duyemîn a Komê wê 25ê Çiriya Paşiyê li Amedê li Navenda Kongre û Çandê çêbibe.
Rastak di sala 1997ê de navê xwe di nava cîhana muzîkê de belav kir. Kom bi Kurdî, Farsî, Erebi, Tirkî û zimanên din ên li Îranê tên axavtin muzîkê çêdike. Komê heta niha albumên bi navê Rangvarehaye Kohan (2007), Hameye Aghvame Man (2010), Sornaye Norouz (2013) û Miane Khorshidhaye Hamisheh derxistiye. Her wiha li îran, İngiltere, Avûstirya, Almanya, Fransa, İtalya, İspanya, Hollanda, Swêd, DYA, Kanada, Avûstralya, Hindistan, Japonya, Malezya, Şîlî, Polonya, Gurcistan, Belçîka, Ûman, Rûsyaya Spî û Îmaratê konsert dane.
Rastak di sala 2014ê de li Amedê li gel hunermenda Kurd a Xorasanî Yelda Abbasiyê jî konsertek dabû ku program ji hêla Komeleya Çandê ya Dîcle Firatê hatibû organîzekirin.
Kom ji van kesan pêk tê: Sîroos Sepehrî (Serokê Komê, tar), Farzad Moradî (Vokalist, Dotar, Setar, Qopuz), Behzad Moradî (Vokalist, Daf û ensturamantên perkusyonê yên din), Akbar Esmaeîlîpoûr (Tar û Oud), Yavar Ahmadîfar (Daf û enstrumantên perkusyonê yên din), Saba Jamalî (Qanoon), Omîd Mostafavî (Tombak û enstrumantên perkusyonê yên din), Dîna Doostî (Kamancheh, Qeychak), Farzad Khorshîdsavar (Daf enstrumantên perkusyonê yên din), Hamed Boland Hemmat (Ney Anbun, Sorna) û Sepehr Saadatî (Du bas). (HK/FD)