Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Di 54emîn Mihrîcana Filman a Antalyayê de, ji ber ku di dema nîşandana belgefîlmê bi navê “Lehiya Mirovan” ê hûnermendê Çînî Ai Wei Wei de peyva "gerîla" derbas dibû, temaşevanan bertek nîşan da. Film di nêvî de ma.
Film li sînemaya servekirî ya li kêleka Navenda Pêşangeh û Kongre ya Cam Pîramîtê hat nîşandan. Di sahneyeke ku li Başûrê Rojhilatê Tirkiyeyê hatiye kişandin de ji ber ku di jêrnivîsê de peyva “gêrîla” derbas dibû, hinek temaşevanan bertek nîşandan. Hin temaşevan jî ji ciyê nîşandanê veqetiyan.
Film bêyî binnivîsê çend deqîqeyên din hat nîşandan lê bi daxuyaniya rayedaran nîvco ma ku gotin, “pirsgirêkên teknîkî nehatiye çareserkirin û ew ê di demên pêş de careke din bê nîşandan”.
Şîrketa Filmarti ya ku xwediyê mafê nîşandana li Tirkiyeyê ye daxuyaniyek da û got; “Di dema nîşandana film de piştî demekê di navbera dîmen û deng de pirsgirêka senkronê derketiye holê. Li ser vê rewşê biryar hatiye girtin ku film bi vî awayî nîşan nedin”.
Şîrketê diyar kir ku sedema pirsgirêkê laboratuara ji derveyî welêt ê û ew ê ji bo zirara xwe ya madî û manewî serî li hiqûqê bidin.
Derbarê “Lehiya Mirovan" de
Derhêner filmê, Ai Wei Wei îsal Xelata Hrant Dînk a Navdewletî standiye.
Belgefilm li ser qeyrana koçberan disekine ku 65 milyon mirovên ji ber şer, birçîbûn û guherîna kişweran warê xwe berdane. Film li Afganistan, Bangladeş, Fransa, Yewnanistan, Almanya, Macaristan, Iraq, Israîl, Meksîka, Pakistan, Filistîn, Sirbistan, Suriye û Tikriye di nava salekê de hatiye kişandin û bi wêne û vîdeoyan karesatan dide nîşandan.
Sansura ku di Festîvala Filman a Antalyayê de
Festîval îsal 54emîn car bi rê ve diçe. Ji ber ku pêşbirka neteweyî hatibû rakirin festîval rastî bertekan hatibû. Festîval ji ber helwesta xwe ya sansurê salên berê jî rastî rexneyan hatibû.
Her wiha ji ber ku belgefilmê bi navê “Yeryüzü Aşkın Yüzü Oluncaya Dek” ji pêşbirê hate derxistin 151 sînemager biryar girtibûn ku festîvalê boykot bikin. Derhênerê belgefilmê Reyan Tûvî ye û berxwedana Geziyê nîşan dide. (EA/FD)