Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Serdozgeriya Cezayî ya Kextayê(Kolik) sê kitêb qedexe kirin. Parlamenterê Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) Mîthat Sancarî pirsnameyek da perlamentoyê.
Sancarî diyar ki Xala 28. a Qanûna Bingehîn eşkere dike ku “çapemenî azad e û nayê sansûrkirin.” Parlamenterî xwest serokwezîrê Bînalî Yildirim bersiva pirsên wî yên di pirsnameyê de bide.
Kitêbên hatîn qedexekirin ev in:
* Birakujî, Faysal Dağlı, Weşanxaneya Belgeyê, 1994
* Kürt Tarihi(Dîroka Kurdan), Aytekin Gezici, Weşanxaneya Tutkuyê, 2013
* Rojava: Kürtlerin Zamanı(Dema Kurdan), Fehim Taştekin, Weşanxaneya Îletîşîmê, 2016
Pirsên di pirsnameyê de:
* Çawa dibe ku kitêbek wek rêxistina terorî bê dîtin?”
*Heta niho çapkirin û belavkirina çend kitêban hatiye qedexekirin? Navê wan çi ne?
*Qedexekirina kitêban gelo li gor Qanûna Bingehîn û qanûnên navneteweyî têne kirin?
*Ji bo kitêb bi vî rengî neyên qedexekirin kîjan tedbîrên we hene?(ÇT/MB)