Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Tereddut filmê herî dawî yê Yeşîm Ûstaoglûyê di 12emîn Festîvala Filman a Arthousê ya Navdewletî ya Batûmê de xelata derhênera herî baş û xelata lîstikvana herî baş wergirtin.
Di festîvala ku Mohsen Makhmalbaj derhênerê Îranî serokatiya juriyê dikir, Yeşîm Ûstaoglû xelata derhênera herî baş û Ecem Ûzûn lîstikvana herî baş standin.
Fûnda Eryîgît û Ecem Ûzûnê serlîstîkvanên filmê Tereddutê bûn û di film de di rolê du jinan de dilîzin ku rêya wan li bajarokeke Anatolyayê dijihêje hev.
Tereddutê berê jî li Festîvala Filman a Stenbolê di Pêşbirka Netewî ya Laleya Zêrîn de xelata derhênere herî baş, xelata lîstikvana herî baş û muzîka herî baş standibûn.
Xelatên din ên ku filmê standine wiha ne: Festîvala Filman a Jinan a Ûçan Supurgeyê (Xelata FIPRESCI û Xelata Pîreboka Ciwan), Bîlketn Sînefest (Derhênera herî baş), Festîvala Filman a Sofyayê (Xelata Taybet a Juriyê), Festîvala Filman a Kerala a Navdewletî (Xelata derhênera herî baş, xelata lîstikvana herî baş), Festîvala Filman a Hayfa a Navdewletî (Xelata taybet a juriyê), Festîvala Filman a Antalyayê ya Navdewletî (Di beşa Pêşbirkê ya Navdewletî de xelatên derhênera herî baş û lîstikvana herî baş ên Komeleya Film-Yonê). (YY/FD)