Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Open Studio Days ya ku li Stenbolê birêve diçe wê cara çarem di navbera 6 û 8ê Cotmehê de li dar bikeve.
Bername ji hêla Denîz Beşer û Juliane Saupeyê ve tê koordînekirin û ne bazirganî ye. Di çarçoveya bername ya ku bê sponsor e de wê berhemên hunerê yên 50 hunermend û 41 atolyeyên hunerê bên pêşkêşkirin.
Berhem wê li 9 herêman bên pêşkêşkirin
Di çarçoveya bernameyê de hunermend, kolektîfên hunermendan û qadên hunera serbixwe yên li ser disiplînên weke wêne, peyker, fotograf, enstalasyon, performans û vîdeoyan kar dikin wê xanî, atolye û qadên xwe yên li Taksîm, Cîhangîr, Kûrtûlûş, Beyoglû, Galata, Karakoy, Teşvîkiye, Kadikoy û Buyukadayê ji bo pêşkêşiya berheman bikar bînin.
Open Studio Days bi bernameyên curbecur ên li welatên weke Amerîka, Polonya û Sûdanê re di heman çarçoveyê de lidar dikeve.
Hunermendên ku beşdarî bernameyê dibin
Hunermendên ku mal û atolyeyên xwe ji bo pêşkêşkirinê vedikin ev in:
Ali Alizadeh, Ayşe Töremiş, Ayşen Savcı, Başak Sipahioğlu, Bedia Ekiz, Bulut Bagatur, Cengiz Yatağan, Deniz Beşer, Demet Yalçınkaya, Deniz Önlü, Deniz Örnek, Desen Halıçınarlı, Dila Yumurtacı, Ezgi Sönmez, Fatma Sağ Tunçalp, Gözde Can Köroğlu, Gül Bolulu, Günsel Demirci Dinler, İdil Güral, İrem Nalça, İsmail Onur Gönüllü & Gülşah Öztürk // Atelier Allegory, Hilal Can, Kadir Ulus, Mathilde Melek An, Mehmet Çevik, Meryem Güldurdak, Monika Bulanda, Mutlu Aksu, Nazan Azeri, Nesrin İçen, Nevin Yici, Nuray Özler Yolcu, Özgür Demirci, Rabia Seyhan, Random Art Project (Dilara Bozdağ, Buse Kökçü, Melda Yaramış),Sercan Apaydın, Sedef Karakaş, Şehlem Kaçar, Sevim Kaya, studio-h, Taylan Ünal, Toby & Leah Westberry, Tuğçe Diri, Tülin Yiğit Akgül (Glasst.), Walid Farouk ve Zeynep İnci Şenneyli.
Saetên serdanê
Open Studio Days (Roja yekem): 6ê Cotmeha 2017yê, 15:00-21:00 (În)
Open Studio Days (Roja duyem): 7ê Cotmeha 2017yê, 14:00-21:00 (Şemî)
Open Studio Days (Roja sêyem): 8ê Cotmeha 2017yê, 14:00-21:00 (Yekşem)
Hûn dikarin nexşeyên Open Studio Days 2017yê li ser malpera www.openstudiodays.com bibînin. (BK/FD)