Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Şanogerên Şanogeha Bajarî ya Amedê dê lîstikên xwe yên bi navê Qirix û Dawiya Dawî li Ewropayê bilîzin.
Şanoger dê ji 1ê Îlonê heta 19ê Îlonê li neh navendan şanoyên xwe pêşkêşî bîneran bikin.
Şanogeha Bajarî ya Amedê di havînê de jî dest ji lîstina lîstikan bernedan. Şanogeran li tûrneyên navdewletî jî şanoyên xwe lîstin.
Şanoger dê li Berlîn, Hamburg, Dotmund, Essen, Köln, Parîs, Marsilya, Amsterdam û Belçikayê biçin ser dikê.
Lîstikvanê Şanogeha Bajarî ya Amedê, Elvan Koçerî eşkere kir ku hefteya di dawiya meha îlonê de ew ê promîyera şanoya bi navê Mozên Kera bilîzin. Di meha Çiriya Paşiyê de jî şanoya “Wê Hesab Neyê Dayîn” dê bê lîstin.
Bername
Berlin: 1 Eylül Saat: 20.00: Tiyatrom Eski Jakobstrase 12 .10969
Hamburg: 2 Eylül Saat: 20:00: Mut! Theater. Amandastr.58.20357
Berlin: 3 Eylül Saat 20.00: Tiyatrom Eski Jakobstrase 12 .10969
Dortmund: 6 Eylül Saat 19:30: DEPOT Immermannstr.29.44147
Essen: 7 Eylül Saat 19:30: Katakomben-Theater Im Gırardet Haus Girardetstrase2-38.45131
Köln: 8 Eylül Saat: 19:30: ALTE FEURWACHE Melchiorstrase 3-50670
Paris: 10 Eylül Saat:20:00: 174.Avenue Henri Barbusse 93700 Drancy
Marsilya: 12 Eylül Saat:19:30: Marsilya Demokratik Kürdistan Toplum Merkezi- 31 33 Boulevard Burel 13014
Amsterdam: 16 Eylül Saat: 21:00: Podium Mozalek. Bos en Lommerweg 191. 1055 DT
Liege: 18 Eylül Saat 17:00: Liege Derneği.Rue de Potro 193.4020 (BD/ÇT)