Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Xelatên Şanoyê yên Afifeyê yên Yapi Krediyê duh bi şev li Navenda Kongreyê ya Halîçê gihişt xwediyên xwe.
Şahika Tekand bi lîstika bi navê Li Benda Godot a Samuel Beckett weke derhênera herî serkeftî ya salê hat hilbijartin.
Merve Dizdar bi performansa xwe ya di lîstika bi navê Daqurtandin de weke lîstikvana jin a herî serkeftî hat xelatkirin.
Di şevê de di 15 beşan de xelat hatin belav kirin ku xelata produksiyona herî serkeftî ya salê bi lîstîka bi navê Şevtariya Pêkenî Şanoya Şaredariyê ya Bakirkoyê stand. Xelata mêr ê herî serkeftî Şerif Erol bi performansa xwe ya di lîstika bi navê Vanya, Sonya, Maşa û Spike de stand.
Xelatên taybet
Işil Kasapoglu Xelata Taybet a Muhsin Erdugrul wergirt.
Ayla Algan Xelata Taybet a Yapi Krediyê, lîstika Hedwig û Angry Inch Xelata Taybet a Haldun Dormen û Murat Mahmutyazicioglu Xelata Taybet a Cevat Fehmi Başkut wergirt.
Herî serkeftiyên salê
Hunermendên din ên ku xelatên din wergirtin wiha ne:
Xelata lîstikvaniyê ya jina alîkar a herî serkeftî: Ayşe Gunyuz (Hedwig ve Angry Inch)
Xelata dîzayna ronakiyê ya herî serkeftî: Cem Yilmazer (Hûn Bêhna xwe Çawa Digirin?)
Xelata muzîkê ya sahneyê ya herî serkeftî: Ayşe Tutuncu (Wêneyên Bobelatê)
Xelata hunermendê nifşê nû yê herî serkeftî: Cem Yigit Uzumoglu (Troas)
Xelata dizayna cilûberg a herî serkeftî: Makbule Mercan (Rojbûna Joko) (YY/FD)