Newroz ji bo civaka Kurd ne tenê cejna biharê ye, di heman demê de beşeke girîng a nasname, berxwedan û bîr a kolektîf e. Ev cejna ku bi hezaran sal in li Rojhilata Navîn tê pîrozkirin, bi taybetî di nav kurdan de bûye semboleke etnîkî û çandî.
Destpêka Newrozê li ser mîtolojiya Mezopotamya û Îranê ye. Di vegotinên kurdî de bi tekoşîna Kawayê Hesinkar ku li dijî desthilatdarê zalim Dehaq li ber xwe dide ve girêdayî ye. Li gorî vê vegotinê Kawa Dehaq têk bir û gel ji bindestiyê rizgar kir û ji bo pîrozkirina vê serkeftinê li serê çiyayan agir pêxistin. Ev mîtolojî ji aliyê Kurdan ve weke sembola berxwedana li dijî zilmê û azadiyê hatiye qebûlkirin.
Newroz di avakirin û parastina nasnameya kurdî de roleke girîng dilîze. Kurd di dîrokê de rastî polîtîkayên asîmîlasyonê û zextan hatine û ji bo vê jî neçar mane ku qadên alternatîf ava bikin da ku hêmanên xwe yên çandî zindî bihêlin. Newroz weke amûreke vê berxwedanê bû alîkar ku Kurdan hişmendiya hevpar a dîrokî û çandî zindî bihêlin.
Dema ku di çarçoveya têgeha antropolog Benedict Anderson a “civakên xeyalî” de were nirxandin, em dikarin bibêjin ku Newroz di avakirina nasnameya neteweyî ya Kurd de hêmaneke yekbûnê ye. Rêûresm û sembolên hevpar hesteke xurt a xwedîtiyê ava dikin ku Kurdan bi hev ve girêdide.
Newroz bi taybetî ji nîvê duyemîn ê sedsala 20’an vir ve bûye xwedî wateyeke siyasî. Înkarkirina nasnameya kurdî û tepeserkirina mafên çandî li hin welatên Rojhilata Navîn bûye sedem ku Newroz wek navgîneke nerazîbûnê were qebûlkirin. Kurdên li Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê pîrozbahiyên Newrozê ne tenê weke hatina biharê, lê ji bo daxwaza azadî û mafan jî weke derfetekê dibînin.
Bi taybetî piştî salên 1980’î pîrozbahiyên Newrozê gelek caran bûye qada nakokiya di navbera rayedarên dewletê û civaka Kurd de. Bi salan li Tirkiyeyê bi awayekî fermî Newroz nehat pîrozkirin, lê piştî salên 1990'î pîrozbahiyên bi kontrol hatin lidarxistin. Lê belê bi van polîtîkayên qedexekirinê Newroz veguherî sembola nasnameyeke hîn xurtir.
Newroz ne tenê di nava Kurdan de cejn e, di heman demê de xurtkirina hevgirtina civakî ye. Rîtuelên kolektîf dihêle ku mirov werin cem hev, bîranînek hevpar parve bikin û têkiliyên civakî xurt bikin. Di vê çarçoveyê de pêvajoyeke ku bi têgîna “hişmendiya kolektîf” a Emile Durkheim dikare were ravekirin diqewime: Pîrozbahiyên Newrozê dihêle ku kes nasnameya xwe bi civaka giştî ve girêbide û hevgirtina civakî zêde bike.
Newroz jî bandoreke mezin li tevgerên kolektîf dike. Bi taybetî jî civakên Kurd ên ku koçber bûne, bi saya Newrozê di çarçoveya dîasporayê de jî dikarin nasnameya xwe ya çandî biparêzin û xwedîderketina li nasnameya xwe biparêzin. Ji bo Kurdên li Ewropayê Newroz firsendeke girîng e ku hem mîrateya xwe ya çandî zindî bihêlin û hem jî daxwazên xwe yên siyasî bînin ziman.
Yek ji sedemên ku Newroz di nav kurdan de xwedî cihekî xurt e ew e ku ji nifşan re derbas bûye. Pîrozbahiyên di nava malbatê de û li qadên giştî rê dide ku nirxên çandî yên kurdî ji nifşên ciwan re werin ragihandin. Dema ku di çarçoveya konsepta Pierre Bourdieu ya "sermayeya çandî" de were nirxandin, ayîn, stran, dîlan û sembolên Newrozê di ji nû ve hilberandina sermaya çandî ya Kurdan de rolek girîng dileyizin.
Newroz ji bo Kurdan ne tenê cejna biharê ye, semboleke bi hêz e ku nasname, dîrok û ruhê berxwedanê temsîl dike. Her çend di dîrokê de li ser çîrokeke mîtolojîk a berxwedanê be jî, îro di warê parastina hafizeya kolektîf, têkoşîna siyasî û nasnameya çandî de xwedî girîngiyeke mezin e. Cejna Newrozê ji bo Kurdan hem ji bo girêdana bi paşerojê re hem jî ji bo hêviyên pêşerojê ye.
Ji ber vê yekê qedexekirin an jî sînordarkirina Newrozê tê wateya ku ne tenê cejn, nasname û hişmendiya dîrokî ya gelan jî hedef digire. Ji aliyê din ve jî azadiya pîrozkirina Newrozê wê bibe gaveke girîng ji bo yekbûna Kurdan a civakî û naskirina mafên wan ên çandî.
Di vê çarçoveyê de mirov dikare bibêje ku Newroz ne tenê ji bo Kurdan, di avakirina Rojhilata Navîn a pirçandî de jî dikare roleke girîng bilîze. (AÖ/AY)