Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Sînemagerên ji Tirkiyeyê yên beşdarîya Mîhrîcana Fîlman a Berlînê ya 67an bûyîn daxuyaniyeka ji bo hevgiriyê da.
"Desthilata siyasî ya li Tirkiyeyê şerek li dijî wan kesan vekiriye ku li dijî tûndkariya dewletê daxwaza aştiyê dikin û ji zordarî, sansûr û binpêkirinên mirovan re dibêjin Na. Bi Rewşa Awarte, rojnameger û parlamenter hatin girtin. Bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de akademîsyen û kedkarên civakê bêhiqûqane ji karên wan hatin derêxistin. Mafên wan ên bingehîn hatin binpêkirin. Tiştê ket para sînemageran jî ew bû ku ketin di lîsteyên reş de û karên wan ên hûnerî hatin astengkirin.
"Em sînemagerên ji Tirkiyeyê yên ku li Mîhrîcana Fîlman a Berlînê ya 67an da gihane hev gotina xwe ya pêşiyê, banga aştiyê dubare dikin. Em bang dikin hemî hevpîşeyên xwe yên li dinyayê bila li dijî sansûr, zordarî û polîtîkayên şerî hev bigirin.
"Sînemagerên Aştîxwaz