Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li gor daxuyaniya şirketa pêlîstok û kodgerîyê ya Namcoyê, xwediyê Pac-Manê Masaya Nakamurayê 91 salî di 22 Kanûna Paşiyê ya 2017ê de mir.
Li gor nûçeya New York Timesê Nakamurayî di sala 1955ê de dest bi karên xwe yên ji bo keyf û şahiyê kiriye.
Piştî şerê duyem ê cîhanê, ekonomiya Japonyayê vejîya. Nakamûrayî cara pêşiyê du hespên ji daran çêkirî danî ser firoşgehekê û bala bikiran kêşa.
Tiştê ku Nakamura navdar kir, çêkirina lîstikên dîjîtal bûye.
Nakamurayî pêşiyê ji bo şirketa xwe ya bi navê Nakamura Manufacturing (paşê navê wê bû Namco) bi kodnivîsan re hevpeyman îmze kir û ji bo salonên/holên lîstina lîstikên dîjîtal lîstik amade kirin.
Li gor xebatkarên Namcoyê ji beriya lîstikek bê belavkirin, Nakamurayî bi sietan ew kontrol dikir. Heta ku tê gotin wî hinek lîstik 23 sietan dilîst.
Pac-Man
Xebatkarê Namcoyê yê bi navê Toru Ivatanî di sala 1980yê de lîstika Pac-Manê çêkiriye. Gotina Pac di zimanê Japonî de tê wateya “xwarin, bi lez dabelandina xwarinan.”
Lîstikvanên Pac-Manê li meydaneka dîjîtal hewil didin niqteyên zer ên di nav dîwaran de bixwin. (ŞP/DS/EKN/MB)