Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Weqfa Lêkolînên Aborî Sîyasî û Civakî ya Zanê dê li Salona Pêşangehan a Cezayîrê pêşangeheka wêneyan a bi navê ‘’Yên li ser axa xwe biyanî ne: Êzidîyên Şingalê’’ di 23yê Îlonê de pêk bîne.
Armanca projeya ''Fermana 73. a Êzidîyan: Kirkirina li Şingalê,'' ew e ku piştî êrîşa di 3yê Tebaxa 2014ê de reviyana ji Şingalê ya xelkê Êzidî û ji yana wan a li kampan belge bike.
Ji bo projeyê hevpeyvîn bi niştecihên li kampên Êlih, Amed(Diyarbekir) û Sêrtê re hatine kirin.
Fatma Çelîka wênegir li gor mijarên hevpeyvînan li kampan wêne girtine.
Pêşangeh dê heta 30ê Îlonê vekirî be. (NV/MB)