Ji bo nûçeya Tirkî
Pêşangeha ‘Îmroz/Gokçeada – Hafizeyeke Din’ ji hêla Komeleya Defne-Dafniyê ya Tirk-Yewnan ve li Serkonsilxaneya Stenbolê ya Yewnanîstanê tê lidarxistin.
Pêşangeh îro (9ê Hezîranê) saet 18:00an de li Sismanogleon Megaronê (Cad. Îstiklalê, No:60, Taksim) dest pê dike û hetanî 24ê Hezîranê dê vekirîbe.
Kuratortiya pêşangehê Doç. Dr. Bengisu Bayrak e. Di vekirina pêşangehê de kesên weke Celal Başlangiç, Stelios Berberis, Semra Canbulat , Kostas Hristoforidis, Katina Karanikola, İzzet Keribar, Onur Ozer, Nilüfer Tarikahya, Lakis Vingas jî piştgirî dan.
Di çarçoveya pêşangehê de; di navbera giravên Îmroz(Gokçeada) û Samotrakiyê (Semadirek) de tûrên geştiyê, Festîvala Dostanî, panel û şanîdan jî dê werin lidarxistin.
Di bultena çapemeniyê ku ji bo pêşangehê hat belavkirin de wiha hat gotin:
‘Ev pêşangeh bi kevneşopî û nûjeniyê, bi ma û nemayê, bi reş û spiyê kesan dike mêvanên hefizeyê. Pêşangeh derbarê pêkhatin, nîvcomayî, yên tê zanîn, yên heta îro nehatine zanîn de belgeyeke dîrokî ye.’
(BK/YO)