Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Fertîwala Beyoklûyê ya îsal dê bi hevkariya bi sedan xwedanên mekanan pêk bê. Mijara ji bo festîwala îsal ‘’jiyana bi hev re’’ ye.
Bi hevkariya bi sedan cihan û bi piştevanî û hevkariya bi sedan xwediyên mekanan pêk tê.
‘’Em li Beyoglûyê dijîn, em ê xweşiyên wê nîşan bidin’’
Komîteya hevkariyê gotiye:
‘’ Armanca me ew e, em bi BeyoglûFestê dewlemendiya çandî û dîrokî bi berhemên wê re nîşan bidin. Em ew kesên ku bi salan e qedrî didin Beyoglûyê, wê diparêzin û lê dibin xwedî, em dixwazin rûhê Beyoglûyê geş bikin‘’
Festîwala bêsponsor
Komîteya festîwalê pêk tîne ya bi navê Hevgiriya Esnafan, gotiye ji bo pirtir kes bikarin bên festîwalê wan nexwestiye sponsoreka wan hebe.
Li festîwalê çalakiyên li ser dikê, yên çand û hûnerê, şevên xwarin û vexwarinê hene.
Lîstikvan, mûzîsyen, nivîskar, hûnermend û dildarên Beyoglûyê piştgiriya festîwalê dikin.
Ji bo bernameya festîwalê ya bi Tirkî bitikîne(EA/MB)