Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Îlahiyatnas Îhsan Alîaçikî gotiye ku “Dîsa roja borî di doza heqareta li Serokomarî sal û 2 meh cezayê girtîgehê li min hate birîn. Kesekî ku di profîla wî de fotografê seyekî heye şîrove li bi tweeteke min nivîsandiye, ev kirine hincet û gotin ma tu ji Serokomarî re dibêje sey û ceza dane min, baş e?”
Elîaçikî diyar kiriye ku bi hinceta “Li ser fotografê seyeki peyam weşandiye û bi vvî awayî sûcê heqaretê kiriye” ew ceza kirine.
Derbarê Îhsan Elîaçikî de
Îlahiyatnas, şîrovekarê Quranê, nivîskar.
Piştî derbeya 12ê Îlonê di doza Akinciyan de hatiye dadgehkirin, salekê li Girtîgeha Mamakê hatiye girtin, paşê beraet kiriye. Di navbera salên 1985 û 1989an de li Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Erciyesê ya Kayseriyê xwendiye. Paşê ji wir veqetiyaye. Di navbera salên 1991 û 1992ya de pirtûkên bi navê “Derbarê Îtîqadê de”, “Îslam û Guhertina Civakî”, û “Îslama Şoreşger” nivîsandiye.
Di navbera salên 1993 û 1999an de yek ji avakarên radyoya Birlik FMyê bûye, bûye berpirsê weşanê. 5 salan quncik di rojnameya Kayseri Gundemê de nivîsandiye. Demekê di Kovara Degişimê de nivîsandiye û di demên dawiyê de bûye berpirsê weşanê. Di navbera salên 1997 û 2000î de ango di wê serdema ku weke 28ê Sibatê tê penasekirin de nêzîkî 30 doz lê hatine vekirin. Du caran hatiye girtin û ew xistine girtîgehê. Ji hemû dozan beraet kiriye.
Di navbera salên 2002 û 2006an de ji bo Kovara Yarinê nivîsandiye. Her weha salekê di Kovara Bilgi ve Duşunce, 2 salan jî di kovara Gerçek Hayatê de nvîsandiye. Di sala 2006ê de Weşanxaneya Înşayê ava kiriye.
Piştgiriya Berxwedana Geziyê kiriye. Gotin û pirtûkên wî bûne bingeh ji bo komên bi navê Îslama Çepgir, Misilmanên Şoreşger û Misilmanên Antîkapîtalîst. 22 pirtûkên wî hene ku hatine weşandin. (AS/FD)