Fotograf: Hikmet Adal / bianet
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Beriya dadgehkirina rojnameger Barış Pehlivan, Bariş Terkoglu, Hulya Kilinç, Ferhat Çelik, Aydin Keser, Mûrat Agirel û Erk Acarerî rojnameger, siyasetmedar û nûnerên civaka sivîl li ber Edliyeya Stenbolê çalakiyek li dar xistin.
Rêvebir û Berpirsê Nûçeyên Odatviyê Bariş Tekoglû, Berpirsê Weşana Giştî ya Odatviyê Bariş Pehlîvan, Nûçegîhana Odatvyê Hulya Kilinç, Rêvebirê Weşana Giştî yê Rojnameya Yenî Yaşamê Ferhat Çelîk, Rêvebirê Karên Nivîsan ê Rojnameya Yenî Yaşamê Aydin Keser, nivîskarê Rojnameya Yenîçaxê hatibû girtin Mûrat Agirel, rojnameger Erk Acarer û Karmendê Ofîsa Çapemeniyê yê Şaredariya Akhîsara CHPyî E.E. ji ber ku nûçeya derbarê mirina karmendekî Rêxistina Îstîxbarata Netewî (MIT) li Lîbyayê, çêkirina û weşandine yan jî li ser medyaya civakî parve kirine hatibûn girtin.
Rojnameger bi îdiaya ku zanyariyên divê nehatine aşkerekirin weşandine li gorî Xala 329an a Qanûna Cezayan a Tirkan (TCK) û Xala 27em a Qanûna MITê tên dadgehkirin û ji 7 salan heta 18 sahan cezayê girtîgehê dixwazin li wan bibirin.
“Înîsiyatîfa Te Hay Jê He ye?” li vir civîneke çapemeniyê pêk anî.
Parlamenterên Partiya Gel a Komarî (CHP) Alî Şeker, Tûncay Ozkan, Mûharrem Erkek, Mahmût Tanal, Gokhan Ozbek, Sari Kadigîl, Onûrsal Adiguzel, Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Huda Kaya, Parlamenterê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TİP) Erkan Baş, Parlamenterê serbixwe Ahmet Şik, Serokê Partiya IYIyê yê Stenbolê Bûgra Kavûncû, Serokê Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS) Gokhan Dûrmûş, Serokê Sendîkaya DISK Basin Îşê Farûk Eren, Nûnerê Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) ê Tirkiyeyê Erol Onderoglû û hin kesên din beşdar bûn.
Di dema daxuyaniyê de pankart û qerton hatin hilgirtin ku li ser wan nivîsên “Azadî ji rojnamegeran re”, “rojnamegerî ne sûc e”, “Em natirsin, em ê bêdeng nebin”, “Çapemeniya azad kevneşopiya demokrasiye ye”, “Hûn ê nikaribin çapemeniya azad bêdeng bikin” “Dema nûçegîhan girtî be, te hay jê nabe”, “Wê rastî neyên zindanîkirin” hatine nivîsandin.
Mevheş Evînê li ser navê înîsiyatîfê metna ku hatiye amadekirin xwend û got, “Bi îdianameyeke vala, hempîşeyên me 112 roj in Girtîgeha Sîlîvriyê girtî ne.
“Em ji destpêkê de dibêjin, heta ew girtî bin, wê yek ji me jî ne azad be. Çapemeniya azad nayê bêdengkirin.” (HA/FD)