Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Lijneya Dadwer û Dozgeran biryar girtiye ku serok û endamên heyeta dadgeha Doza Geziyê biguherîne. Di dozê de karmend û mafparêz Osman Kavalayê girtî jî tê de 15 kes tên dadgehkirin.
Lijneyê biryar girtiye ku heyeteke duyem ji bo 30em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ava bike û heyeta ku li Doza Geziyê dinêre biguherîne.
Li gori vê encamê Galîp Mehmet Perk bûye serokê heyetê, Talîp Ergen jî weke endam hatiye erkdarkirin.
Endamê heyetê Ahmet Tarik Çiftçioglû li şûna xwe maye ku di dadgehkirina borî de him ji bo Kavalayî him jî ji bo Aksakoglûyî gotibû bila girtî bimînin.
Lijneyê di daxuyaniya xwe de wiha gotiye:
“Biryar hatiye standin ku 30em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê weke 2 heyetan kar bike, heyeta yekem li dosyayên hejmar 2019/74 û 2019/313 û yên bi wan ve girêdayî binêre, heyeta duyem jî li hemû dosya û karên din binêre.”
Li gorî vê biryarê heyeta yekem wê li dosyayên Gezî û Adnan Oktarî binêre. Mahmût Başbûg, serokê dadgehê ku xwestibû Osman Kavala bê tehliyekirin û endamê din ên heyetê wê di heyeta duyem de kar bikin. (HA/FD)