Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Rapbêj Sercan Îpekçîoglû ango bi navê xwe yê din Ezhel îro derketiye pêşberî heyeta dadgehê ku “bi vexwarin, kirîn û peydakirina tiryakê” dihat tohmetkirin.
Îro dadkirina wî li 5em Dadgeha Cezayên Asliyeyê berdewam kiriye. Di encama dadkirinê de heyeta dadgehê ji ber “vexwarina tiryakê” sal û 8 meh cezayê girtinê li Ezhelî hatiye birîn.
Ezhel û parêzerê wî Fûat Ekîn tevlî dadkirinê bûne. Ezhelî di dema dadkirinê de gotiye ku mehane 100 hezar TL pereyan derdixe.
Heyeta dadgehê piştî ku Ezhel û parêzerê wî paraznameyên xwe pêşkêş kirine, biryar daye ku sal û 8 meh cezayê girtinê li Ezhelî bibirin. Cezayê Ezhelî ji bo 5 salan hatiye taloqkirin.
Berê jî doz lê hatibû vekirin
Beriya niha jî bi tohmeta ku di stran û vîdeo klîbên xwe de gotin û dîmenên “dilbijandina vexwarina tiryakê” bi kar aniye, du dozên cuda lê hatibû vekirin. Ezhelî di her du dozan de jî beraet kiribû. (HA/FD)