* Fotograf: Tigris Haber, Amed.
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
46emîn Civata Giştî ya Awarte ya BAROya Amedê duh (14ê Çiriya Pêşiyê ya 2018ê) çêbûye û rêveberiya nû hatiye hilbijartin.
Civat li Salona Konferansê ya Navenda Çandê ya Cegerxwînê ya Şaredariya Kayapinarê çêbûye. Di civatê de hilbijartin çêbûye ku Cihan Aydin, Cengiz Baydal, Sertaç Buluttekin, Nahit Eren û Nevzat Kaya ji bo serokatiyê ketibûn pêşbirkê. Ahmet Ozmen, serokê niha yê BAROyê nebûye namzet.
Di hilbijartinê de 1300 parêzeran deng daye.
Cîhan Aydin bêhtirê dengan bi dest xistiye û bûye Serokê nû yê BAROya Amedê. Di lîsteya lijneya rêveberiyê ya Aydinî de parêzer Mehmet Akbaş, Serdar Çelebi, Ozgur Yilmaz Biçen, Keziban Yilmaz, Omer Şeran, Gazal Bayram Koluman û Muhlis Ogurgul hebûne.
Derbarê Cîhan Aydinî de
Ji sala 1998ê û vir ve di BAROya Amedê de parêzeriyê dike. Salên dirêj li Komeleya Mafên Mirovan (İHD) kar kiriye. Koordînatorê Projeya Edalet Ji Bo Herkesî ya BAROya Amedê kiriye.
Di navbera salên 2008 û 2014ê de endamê Lijneya Rêveber a BAROya Amedê bûye.
Sala 1973yê li Dêrsimê ji dayik bûye. Sala 1997ê Zanîngeha Dicleyê Fakulteya Hiqûqê qedandiye. Zewicî ye û bavê du zarokan e. (AS/FD)