Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Tirkiyeyê piştî 15ê Tîrmeha 2016ê bi rêya INTERPOLê(Rêxistina Dîjî-Sûcan a Navneteweyî ya Polîsan) 848 caran xwestiye hin kes bêne girtin an jî dîtin.
Pariya Çepgiran bi pirsnameyekê ji Wezareta Edaletê ya Almanyayê pirsiye ka Tirkiyeyê çend caran daxwaz ji wan kiriye. Bi bersiva wezaretê ev jimar diyar bûye.
Bixwîne - Merkel: Bila Tirkiye ji bo karên nelirê Înterpolê bi kar nehîne
Ji Partiya Çepgiran, Andrej Hunkoyî diyar kiriye, ji sala 2014ê ve Tirkiyeyê 130 caran ji ber fikrên kesan daxwaza girtina wn kiriye, bi vê yekê jî Tirkiyeyê erkên INTERPOLê bi nîyetxerabiyê û karên nelirê bi kar înaye.
(HK/MB)
Çavkanî: DW