Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Da ku xelkê ne welatiyên Tirkiyeyê bibin welatiyên wî welatî yek ji rêyan ew bû ku divîya wan ticaret li Tirkiyeyê bikira û hin ji sermayeya xwe daniya wî welatî. Tirkiyeyê qebareya ticaret û sermayeya pêwîst kêm kiriye.
Qanûna ji bo welatîbûna Tirkiyeyê guheriye û li Rojnameya Fermî hatiye weşandin. Biryar bi îmzeya serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdoganî hatiye weşandin.
Erzanî
Berê ji bo kesek bibe welatiyê/a Tirkiyeyê divîya bihayê 2 milyon Dolaran sermayeya xwe daniya Tirkiyeyê. Li gor biryara nû, 500 hezar Dolar an jî qasî 500 hezar DolaranTL(Lîreyên Tirkan) ji bo welatîbûnê bes e.
Sermayeya mayinde
Li gor qanûna berê divîya kesê/a daxwaza welatîbûnê dike qasî milyonek Dolaran sermayeyên mayinde heba, niho 250 hezar Dolar bes e.
Êdî pêvajoya welatîbûnê ofîsên taybert ên hevpeymana Wezareta Karên Navxweyî dê bi rê ve bibin. Berê wezaretê bi xwe bi rê ve dibir.
(HK/MB)
*Wêne: AA