Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Di doza kuştina Hrant Dînkî ya ku ji nû ve tê dadgehkirin de Midûrê Şûbeya Asayîşê ya Samsûnê yê demê Yakûp Kûrtaran û polîsê Şûbeya İstixbaratê yê Midûriyeta Emniyetê ya Trabzonê Ozkan Mûmcû hatin tehliyekirin.
Dadgehê biryar di encama lêkolîna demkî de daye û ev biryar di encama wî tiştî de derxistiye ku her du gumanbaran paraznameya xwe pêşkêş kirine û delîlên di dosyayê de bes hatine dîtin. Dadgehê ji bo her du gumanbaran biryara kontrola edlî standiye û biryara qedexeya derketina derveyî welêt derxistiye.
Derbarê Yakûp Kûrtaranî de
Kûrtaran yek ji wan polîsan bû ku dema Ogûn Samast kujerê Hrant Dînkî, li Samsûnê hatibû grtin li ber ala Tirkiyeyê wêne bi Samastî re girtibûn.
Derbarê Ozkan Mûmcûyî de
Mûmcû di Çiriya Pêşiyê ya 2014ê de li Emniyeta Trabzonê hatibû erkdarkirin. Weke alîkarê komîser û komîser kar kiriye. Di çarçoveya lêpirsîna kuştina Dînkî de hatibû girtin. Di îdianameyê de ji bo Mûmcûyî bi tohmeta “Kuştina bi zanebûn” cezayê girtîgehê ya muebeta girankirî, bi tohmeta “endamtiya rêxistina terorê, sextekariya di belgeyên fermî de, tunekirina belgeyên fermî” ceza tê xwestin. (EA/ÇT/FD)