Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li Diyarbekirê 90 kîlo esrar li nik dadgerekê bi navê Halil Soguksu hatiye dîtin. Dadgerî û kesekê li nik vî bi sûcê "ticareta maddeyên hişber" ceza standiye.
Di 24ê Kanûna Paşiyê ya 2017ê de li Diyarbekirê li nik Halil Soguksuyî esrar hatibû dîtin û hetibû eşkerekirin ku Fuat Akkuş, Halit Çetin û Rauf Kurt jî hevkarê wî ye.
Dadgeha Cezayên Giran a Diyarbekirê ceza da herçar bersucan. Li gor îdianameyê Rauf Kurt serkêşê ticareta maddeyên hişber e, Fuat Akkuş maddeyên hişber peyda kiriye, dadgerê Halil Soguksu jî maddeyan ji bo bajarên li rojhilatê Tirkiyeyê birine.
Di encama dadkirinê de Fuat Akkuşî beraet kiriye, Halit Çetinî ji ber sûcê “bi xwe re birina maddeyên hişber” salek û heşt meh ceza standiye. Her yek ji Soguksu û Kurtî 11 sal û heşt meh cezayê girtinê standine.
(ŞA/MB)