Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Dema serokomarê Recep Tayyîp Erdogan çûyî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) li ber deriyê Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Washingtonê şer çêbûbû, du beşdarên wî şerî; Sinan Narin û Eyup Yildirimî 12 meh û rojek cezayê girtinê stand.
Dadgeheka Amerîkayê doz li 15 polîsên parastina serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî vekiribû, di heman dozê de herdu welatiyên Amerîkayê Sinan Narin û Eyup Yildirim jî hatibûn desteserkirin.
Çi bûbû?
Serokkomar, Recep Tayyîp Erdogan ji bo hevdîtina digel, serokê Amerîkayê Donald Trumpî çûbû Washington DCya Amerîkayê.
Dema ku Recep Tayyîp Erdogan dê biçûya Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Amerîkayê piştevanên wî û nehezên wî li hev ketin.
Polîsên parastina Erdoganî êrîşî xwenîşanderan kirin.
Li gor nûçeya Dengê Amerîkayê piştevanên Erdoganî û ew kesên li dijî wî xwenîşandan pêk anîn êrîşî hev kirine.
Kurdish and Armenian and Ezidi protestors brutality attacked by members of Erdogan security in front of Turkish Emb pic.twitter.com/StrRKgNHfr
— Baltimore BLOC (@BmoreBloc) 16 Mayıs 2017
Clip of the guy who attacked a woman at the #Sheridan_Circle in front of the @TurkishEmbassy @DCPoliceDept @FBI @SecretService pic.twitter.com/w2g8qxzpb1
— Joe R. Tabet (@JoeRTabet) 17 Mayıs 2017
Du xwenîşander hatin desteserkirin, neh xwenîşander birîndar bûn.
Yek ji xwenîşanderan ê bi navê Flint Arthur ji bo CNNê gotiye wan xwenîşandan li dijî siyaseta Erdoganî ya ji bo Tirkiye, Sûriye û Iraqê kir.
Wêne: Alhurra News’un Pentagon muhabiri @JoeRTabet/Twitter
(PT/MB)