Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Dadgeha Bilind biryara li ser sernivîserê rojnameya Cumhuriyetê betal kir. Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ya 14. xwestiye ji nû ve doz li Dûndarî vekiriye û xwestiya navê wî li “Bûltena Sor” bê zêdekirin.
Rêxistina Îstixbarata Neteweyî(MIT) dema ji bo Sûriye û Iraqê bi TIRan çek şandîn di rê de hatine sekinandin. Polîsan operasyon li wan kiriye. Rojnameya Cumhuriyetê nûçeya vê bûyerê nivîsîye. Bi sûcê “eşkerekirina agahiyên nehênî” sernivîserê Cumhuriyetê 5 sal û 10 meh, berpirsê ofîsa Enqereyê yê heman rojnameyê 5 sal cezayê girtinê standibû.
Dadgeha Bilind giha wê qinaetê ku divê cezayê bersûcan di navbera 5-20 salan de be û ji ber wê biryara hatî dayin betal kir.
Li gor nûçeyeka Ajansa Nûçeyan a Doganê, ji bo Wezareta Dadê belgeyek hatiye şandin û hatiye xwestin ku navê Can Dûndarî li “Bûltena Sor” bê zêdekirin.
(ŞA/MB)