Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Banga Tevgera Welatiyan 17o kesan îmze kiribû û daxwaz kiribûn divê kêşe bi dîyalogê bêne çareserkirin.
Piştî ku 170 kesan ji bo sekinandina Operasyona li ser Efrînê daxuyaniyek îmze kiribû, serokkomar, Recep Tayyîp Erdogan li dijî wan axivîbû. Prof. Dr. Baskin Oranî giliya Erdoganî kir û doza yek Lîre tezmînatê li wî kir.
Prof. Dr. Baskin Oranî eşkere kir ku Recep Tayyîp Erdoganî xalên 125 û 126ê yên TCK(Qanûna Cezayan a Tirkan) binpê kiriye û bi vê yekê sûc kiriye.
Bixwîne - Şanar Yûrdatapanî giliyê Erdoganî kir
“Ew kesê ku xwediyê postê herî billind ê dewletê ye sivikayê li wan kesan dike ku fikrên xwe eşkere dikin. Ev yek azadiya xwe-îfadekirinê û zanistê ya ku di Qanûna Bingehîn de heye binpê dike.
"Mafê heqaretê nîne"
“Heke ew kesê doz lê hatiye vekirin li dijî fikrên akademîsyenan be divê bêyî zimanekê reş û reqaretbar vê yekê diyar bike.
“Ew kes ji ber ku serokkomar e, ne xwediyê wî mafî ye ku heqaretê bike.”
Daxwaz
Oranî eşkere kir ku serokkomarî bi zimanê nehiqûqî êrîş li mafên kesane kiriye û ji ber wê wî doza menewî ya 1 Lîre li Erdoganî vekiriye.
Şanar Yûrdatapanî jî doz li Erdoganî vekiribû û gotibû:
“Erdogan 28ê Kanûna Paşiyê ya 2018yê li Çorûmê axivîbû û 170 kesên ku belavok derbarê operasyona li ser Efrînê amade kiribûn û ji parlamenterên AKPyê re şandibûn, xayîn, bêexlaq, ketûber, qaşo hunermend bi nav kiribû, karê wan bi durûtî, sextekarî, qeşmeriya ramanê, ji bo terorîstan bibin mertalên zindî û altaxîtiya rêxistina terorê ya cudakar nirxandibû.
“Ev gotinên ku bi rengekî vekirî û di civîneke berfireh de anîbû ziman di hemû kanalên televizyonan de hat belavkirin, çawa ku hatibe gotin wisa di rojname û medyaya civakî de hatin ragihandin.
“Ev gotin li gorî xala 125ê ya TCKyê sûcê ‘heqaretê’ ye. Ji ber wê dozê lê vedikim û daxwaza 1 lîreyî jê dikim.
“Lê ji vê girîngtir ev axavtin bi awayekî vekirî ‘Bilêvkirina Nefretê’ ye ku li gorî xala 216yê ya TCKyê ev sûc e.”
(EKN/MB)