Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Polîsan saetên sibehê bi ser Yekîtiya Doktoran a Tirkan (TTB) de girt ku TTByê belavokek bi ser navê “Şer pirsgirêka tenduristiyê ya gel e” belav kiribû.”
Ji bo 11 doktorên Konseya Navendî ya TTBYê biryara lêgerîn û desteserkirinê hatiye derxistin. Polîsan bi ser avahiya navendî ya TTByê û odeyên doktoran ên li nexweşxaneyan lêgerînê dikin.
Parêzer Merîç Eyûboglû ji bianetê de axivî û got, polîsan li Stenbolê li mala Prof. Dr. Raşît Tukel Serokê Giştî yê TTByê û Taner Gören lêgerîn kirine û her dû jî hatine desteserkirin. Li gorî zanyariya ku Eyuboglûyê da, polîs ji bo lêpirsînê wê wan bibe Enqereyê.
Polîsan doktorên desteserkirî birin Nexweşxaneya Hasekiyê û li vir kontrola wan a tenduristiyê hat kirin. Beriya ku doktoran bişînin Enqereyê, birin Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê.
Parêzerê li Enqereyê Denîz Ozbîlgînî jî got, polîsan lêgerîna malên doktorên li Enqereyê qedandiye û saet li derdora 10.30ê lêgerîna li avahiya Konseya Navendî berdewam dike. Ozbîlgînî destnîşan kir ku di dema lêgerîna li avahiya konseyê de 5 parêzer amade bûne. Di avahiyê de kopyaya komputeran tê girtin.
Dr. Hande Arpat jî li Enqereyê hat desteserkirin.
Di saet 09.30 deqîqeyan de desteserkirina doktoran berdewam dikir.
Ji bo Prof. Dr. Raşît Tukel Serokê Giştî yê TTByê, Sezaî Berber, Sînan Adiyaman, Selma Gungor, Şeyhmûs Gokalp, Hande Arpat, Ayfer Horasan, Taner Goren, Fûnda Obûz, Yaşar Ûlûtaş û Nazim Yilmazî biryara desteserkirinê derketiye.
Yek ji endamên Konseya Navendî ya TTByê û Serokê berê yê Odeya Doktorên Eskîşehîrê Dr. Bulent Nazim Yilmaz li Eskîşehîrê hat desteserkirin.
Polîsên Beşa Têkoşîna li hemberî Terorê ya Midûriyeta Emnyiyetê vê sibê bi ser mala Yilmazî de girtin û ew desteserkirin. Yilmaz birin Midûriyeta Emniyetê û wê paşê wî bişînin Enqereyê.
Doktor li Stenbol, Enqere, Amed û Eskîşehîrê tên desteserkirin.
Polîsan li Amedê bi ser mala Dr. Şeyhmûs Gokalp Endamê Konseya Navendî yê TTByê de girtin.
Serdozgeriyê daxuyanî belav kir
Derbarê operasyonê de Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê daxuyaniyek belav kir:
“Di çarçoveya wê lêpirsînê de ji bo 11 rêveberan biryara desteserkirinê hatiye derxistin ku Serdozgeriya me li gorî qanûna hejmar 3713yê ya derbarê rayedarên Yekîtiya Doktorên Tirkan de dimeşîne. Rayedarên Beşa Têkoşîna li hemberî Terorê ya Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê di vê çarçoveyê de vê sibê dest bi karên xwe yên yasayî kirine.”
Çi bûbû?
Piştî ku TTByê li hemberî operasyona li ser Efrînê belavokek bi ser navê “Şer pirsgirêka tenduristiya gel e” belav kir Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî 26ê Kanûna Paşiyê roja înê wiha gotibû: “Ev begefendîyana heta niha ti caran ne bûne xwecîh û milî” û wan weke “hezkirên terorê” bi nav kir.
Piştî vê daxuyaniyê TTByê daxuyaniyek belav kir ku ji 7 xalan pêk dihat û hat gotin ku “Konseya Navendî ya TTByê di vê pêvajoyê de bi berpirsiyarane û helwesteke yekîtiya doktoran nêrîna xwe aniye ziman.”
28ê Kanûna Paşiyê Wezareta Navxweyî aşkere kir ku ew ê giliyê endamên Konseya Navendî ya TTByê li gel Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê bikin.
Duh (29ê Kanûna Paşiyê) piştî gilîkirina Wezareta Navxweyî derbarê TTByê de lêpirsîn hate vekirin. (AS/FD)