Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
6 kesên din ji ber parvekirinên medyaya civakî yên derbarê operasyona li ser Efrînê de hatin girtin.
Li Ardahanê 4 kes, li Zonguldak û Balikesîrê jî du kes hatin girtin û ew şandin girtîgehê.
Li Elezîz, Sêrt û Nîgdeyê hin kes hatin desteserkirin
Bîlal Yildirim Hevserokê bajarê Elezîzê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de li bajêr 3 kes bi tohmeta ku li ser medyaya civakî “propagandeya rêxistina terorê kirine” hatin desteserkirin.
Li Sêrtê 10 kes bi heman hincetê hatin desteserkirin. Walîtiya Sêrtê derbarê mijarê de daxuyanî belav kir û diyar kir ku, di encama operasyona Midûriyeta Emniyetê de 10 kesên li ser medyaya civakî derbarê operasyona li ser Efrînê hin tişt belav kirine hatine desteserkirin.
Li Nîgdeyê jî xwendekarek û teqawidbûyiyek hat desteserkirin.
Bixwîne: Nûçeyên li ser operasyona li ser Efrînê
Li 31 bajaran herî hindik 150 kes hatine desteserkirin
Li gorû nûçeya du roj berê ya Ajansa Anadolûyê li 31 bajaran operasyon hatiye kirin û di encamê de 150 kes hatine desteserkirin. 11 ji van ji hêla dadgehê ve hatine girtin. 3 ji wan bi şertê kontrola edlî serbest mane.
Di hefteya derbasbûyî de di çarçoveya “operasyonên medyaya civakî de” li navçeya Bodrûm a Mûglayê Hevseroka bajarê Mûglayê ya HDPyê (HDP) Fatoş Ay û endamê HDPyê Mehmet Polat û li Kayseriyê mamosteyê teqawidbûyî Alî Ûlvî Ogûr hatibûn girtin.
Li Stenbolê jî Bloka Aştiyê û Koordînasyona li hemberî Şerî li Kadikoyê xwestibûn li hemberî operasyona li ser Efrînê çalakiyeke hevbeş li dar bixin. Polîs mudaxele kiribû û beşek ji beşdaran hatibûn desteserkirin. 11 ji van hatibûn girtin. (AS/FD)
* Fotograf: Erkan Bay – Elezîz / DHA