Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Reza Sarraf ji ber şikandina sepandinên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê yên li ser Îranê û gendelîyê li Amerîkayê tê dadkirin.
Dadkirina Zarrabî bala medyaya navneteweyî jî kêşa.
New York Timesê li ser bûyerê weha nivîsî:
“Li gor îfadeya karsazê welatiyê Îran û Tirkiyeyê, Recep Tayyîp Erdoganî bi şexsê xwe destûr daye du bankên Tirkiyeyê ku beşdarî plana şikandina sepandinên Amerîkayê ya li ser Îranê bibin.
“Wî got ku wezîrê ekonomiyê yê wê demê Zafer Çaglayanî agahî daye wî û Çaglayanî diyar kiriye Erdoganî destûr daye Banka Ziraetê û Vakifbankê ku beşdarî planê bibin.”
Bloomberg: Tesîr li Lîreyên Tirkan jî bû
“Dema ku [li dadgehê] navê Erdoganî hat gotin li hemberê Dolaran Qedrê Lîreyên Tirkan(TL) ji sedî 1 kêm bû. Piştî bankeyan diyar kirin ku ew îfade derew in, TL hat ser hemdê xwe.”
Bixwîne: “MITê li ser gendelîyên Reza Zarabî raporek ji Erdoganî re rêkiriye”
Guardian: Çêdibe doz zererê bide ekonomiya Tirkan
“Her çende [rayedarên Tirkan] çavên xwe li dozê digirin jî, heke dozger bikare delîlan nîşan bide û nîşan bide têkiliyên Zarrabî bi rayedaran re heye. Ev yek dê ji bo hikûmeta Erdoganî şermizarîyek be.”
Çi bûbû?
Riza Zarrab bi operasyonên li dijî bertîlxweran, li 21ê Adara 2015ê hatibû girtin lê piştî demekê kurt hatibû serbest berdan.
Îranê li 6ê Adara 2016ê cezayê darvekirinê daye Babekir Zencanîyê şirîkê Zarrabî.
Zarrab li 22yê Adarê li Amerîkayê hatiye girtin. Ji bo wî daxwaza 75 salên girtinê tê kirin.
Sîstema Zarrabî çawa kar dike?Dadwer Bermanî ji Zarrabî pirsî ku ji bo pare ji Îranê derxin çend rê û rêç hebûn. Zarrabî got ku “herî kêm deh 10” hebû: 1- Şîrketa Neftê ya Netewî ya Îranê (NIOC) neftê difiroşe Tupraşê, gazê jî difiroşe Botaşê. 2- Şîrketa bi navê Sermaye Exchange a ku li Îranê hatiye avakirin, hesap li Halkbanê vedike. Di eslê xwe de şîrket karê bazirganiyê nake. Ji bo şandina pareyan tê bikaranîn. 3- Pareyên ku NIOC ji Tupraş û Botaşê distîne, dişîne Sermaye Exchangeyê. 4- Sermaye Exchange vî pareyî dişîne şîrketa Zarrabî. 5- Hesabê şîrketa Zarrabî jî li Halkbankê heye. Şandina pareyan di navbera du hesaban de çêdibe ku her du hesab jî di Halkbankê de ne. 6- Zarrab ew pareyê ku tê hesabê wî yê li Halkbankê dike euro, dolar an jî lîre û dişîne hesabê xwe yê Denîzbankê. 7- Bi vî awayî pare di hesabê li Halkbankê de namîne. 8- Zarrab bi pareyê ku li Denîzbankê ye, bi rêya şîrketa xwe ya bi nave Royal Groupê zêran dikire ku ev şîrket li Tirkiyeyê ava kiriye. 9- Zêr bi rêya kûryeyan dişînin Dûbaiyê. Li vir zêrî dikin Dîrhemî. 10- Ji ber ku pare qet nakeve Îranê, heman pare di dana deynên Îranê yên navnetewî de tê bikaranîn. |
(PT/MB)