Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Serokê Partiya Komarî ya Gelî(CHP) Kemal Kiliçdaroglûyî dekontên şandina pereyan nîşan dan û diyar kir malbata serokkomarê Recep Tayyîp Erdogan ji bo bacê kêm bide pere şandine dewleteka bi navê Manê.
Di “Belgeyên Biheştê” de eşkere bûbû ku gelek sermayedaran ji bo bacê gelek kêm bidin pereyên xwe şandine dewletên bacê kêm distînin. Sermayedaran bi vî awayî gelek pereyên divîya wek bac bidayan nedane.
Li gor Kiliçdaroglûyî, kesek bi navê Sitki Ayan li Manê şirketeka sermayeya wê 1 sterlîn a bi navê Belbey vekiriye û endamên malbata Erdoganî pereyên xwe ji bo wê şirketê rêkirine.
* Di 15.12.2011ê de, zavayê Erdoganî, Ziya Ilgenî 2,5 milyon Dolar ji bo Belbeyê şandiye.
* Di 15.12.2011ê de Mustafa Erdoganê birayê Recep Tayyîp Erdoganî 2,5 milyon Dolar ji bo Belbeyê şandiye. Mustafa Erdogan di 26.12.2011ê de milyonek û 250 hezar Dolar şandine.
*Kurê Recep Tayyîp Erdoganî, Ahmet Burak Erdoganî di 29.12.2011ê de milyonek û 400 hezar di 04.01.2012ê de 2 milyon û 300 hezar dolar şandine. (EKN/MB)