Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Berdevkê serookomariyê Ibrahîm Sarrafî eşkere kir ku doza Reza Sarrafî ku li Amerîkayê tê dadkirin dozeka siyasî ye. Kalinî got Tirkiye mecbûra standina enerjiya ji derve ye û divîya me peymana ji bo enerjiyê bi Îranê re bikiriya.
Kalinî got:
“Têkiliya me ya stratejîk ya bi Amerîkayê re demek dirêj bû ku baş bû lê ji dema paşiyê ya Obayî pê ve du kêşeyên me hene.
“Yek ji bo têkoşîna li dijî DAIŞê piştgiriya Amerîkayê ya ji bo Yekîneyên Parastina Gel(YPG) û Partiya Yekîtîya Demokratîk(PYD).
“Ya didoyê şebkeya Gulenparêz ya li Amerîkayê.
“Niho ew hewil didin sîstema Amerîkayê li dijî Tirkiyeyê bi kar bînin.”
Kalinî diyar kir ew bi mafên qanûnî daxwaza Gulenî dikin û ji sala 1960 pê ve ji bo îadekirina sûcdara rêkeftineka di navbera Amerîka û Tirkiyeyê de heye.”
Kalinî eşkere kir ew kesên dozê bi rê ve dibin hin kes in ku endamên Gulenparêz bi wan re ketine têkiliyê.(AS/MB)