Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Salek û nîv e ku karsazê ji Tirkiyeyê Reza Zarrab li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) hatiye girtin û agahî jê nehatiye standin li ser vê yekê, Tirkiyeyê daxwaza agahîyan kir.
Bixwîne - Dozgerî Qebûl Nekir Sarraf 50 Milyon Dolaran Wek Kefaret Bide
Wezareta Karên Derve bi daxuyaniyeka fermî diyar kir:
“Piştî nûçeyên li ser Reza Zarrabî li medyayê belav bûyîn, Balyozxaneya me ya li Washingtonê bi rêyên fermî daxwaz ji berpirsiyarîn DYAyê kir; heta niho ti bersiv nehatiye standin.”
Di 27ê Çiriya Paşiyê de Zarrab dê li Amerîkayê bê dadkirin.
Çi bûbû?
Riza Zarrab bi operasyonên li dijî bertîlxweran, li 21ê Adara 2015ê hatibû girtin lê piştî demekê kurt hatibû serbest berdan.
Îranê li 6ê Adara 2016ê cezayê darvekirinê daye Babekir Zencanîyê şirîkê Zarrabî.
Zarrab li 22yê Adarê li Amerîkayê hatiye girtin. Ji bo wî daxwaza 75 salên girtinê tê kirin. (PT/MB)