Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Polîsan destê sibê operasyon li hemberî parêzerên bi ser Şaxê Îzmîrê yê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) de girt. 6 parêzer hatin desteserkirin, ji bo parêzerekî biryara zeftkirinê heye.
Parêzer Gökmen Yeşil Serokê Şaxê Stenbolê yê ÇHDyê ji bianetê re diyar kir ku di saet 11.50 deqîqeyan de jî lêgerîna polîsan li mal û ofîsan berdewam dikin. Parêzer bi hinceta parvekirinên xwe yên medyaya civakî û bi “propagandeya rêxistinê” tên sûcdarkirin.
Di encama serdegirtinan de parêzer Nergiz Tuba Aslan, Şule Arslan Hizal, Yemen Cankan, Emel Diril, Dinçer Çalim û Bahattin Özdemir hatiye desteserkirin.
Ji bo parêzer Alihan Pilafî jî biryara zeftkirinê heye.
5emîn Dadweriya Ceza ya Sulhê derbarê lêpirsînê de biryara sînordarkirinê standiye.
Di biryara Dadweriyê de nivîsa “weke ku di zabitnameyên tespîtê yên înternetê, zabitnameyên lêkolînê û nivîsên fermî yên yekeyên fermî de bihurgilî û bi delîlên berbiçav, derbarê propagandeya Eniya Partiya Rizgariya Gel a Şoreşger (DHKP-C) û Partiya Komunîst a Kedkad a Tirkiyeyê/Lenînîst (TKEP/L)…” hatiye nivîsandin.
Parêzer Yeşîlî got ku parêzerên operasyon li ser wan hatine kirin doza Somayê ji nêz ve dişopadin.
Komele hatibû girtin
Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de ya hejmar 677ê ya di çarçoveya Rewşa Awarte de hatibû weşandin, 22yê Çiriya Paşiyê ya 2016yê hatibû girtin ku di heman demê 375 komele û 9 saziyên medyayê jî hatibûn girtin.
14 parêzerên Nuriye Gülmen û Semih Özakçayî beriya daneşîna wan bi rojekê hatibûn girtin ku parêzerên ÇHD yên şaxên Stenbol û Enqereyê û yên Buroya Hiqûqê ya Gel jî di nav wan de bûn.
Didem Baydar, Şükriye Erden, Ayşegül Çağatay, Ebru Timtik, Aytaç Ünsal, Zehra Özdemir, Yağmur Ereren, Engin Gökoğlu, Süleyman Gökten, Aycan Çiçek, Naciye Demir, Behiç Aşçı, Barkın Timtik û Özgür Yılmaz ji 21ê Îlonê heta niha girtî ne. Her wiha parêzerek stajyer jî girtî ye.
Du roj berê jî Özlem Gümüştaş û Sezin Uçar parêzerên Buroya Hiqûqê ya Bindestan beriya daneşîna doza Pirsûsê hatibûn girtin. (AS/FD)