Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Serokê Lijneya Rêveberiya Anadolu Kulturê Osman Kavala li Balafirxaneya Ataturkê ya Stenbolê hat desteserkirin.
Hat diyarkirin ku Kavala ji bo civîna projeyekê çibû Dîlokê. Proje wê bi hevkariya Enstîtuya Goetheyê li Dîlokê birêve biçe.
Polîs çûn saziya bi navê Anadolu Kulturê û dest danî ser kompitûra Kavala û ya sekretera wî.
Tolga Aytore parêzerê Osman Kavalayî ji bianetê re got ku wan heta saet 11.50 deqîqeyan ji nekarîbûn Kavalayî bibînin.
Aytoreyî got, ew bi zelalî nizanin ku biryara veşartiyê li ser dosyayê heye an na lê ew wisa texmîn dikin ku biryara veşartiyê heye.
Prof. Dr. Ayşe Buğra dersdêra Zanîngeha Bogazîçiyê û hevjîna Kavalayî li gel parêzeran çûn Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê.
Kati Piri: Ez ê bibim rojeva PEyê
Raportora Tirkiyeyê ya Parlamentoya Ewropayê Kati Piri piştî ku Kavala hat desteserkirin li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir ku ew ê mijarê bibe rojeva Parlamentoya Ewropayê.
Derbarê Osman Kavalayî de
Sala 1957ê li Parîsê ji dayik bûye. Beşa Ekonomiyê ya Zanîngeha Manchesterê qedandiye.
Piştî sala 1982yê di Kavala Grupê de weke rêveber kar kiriye.
Tevlî Mûrat Belge di avakirina Weşanên İletişimê de cî girt ku yek ji weşanxaneyên sereke yên Tirkiyeyê ye.
Bûye endamê saziyên weke Konseya Kar a Tirkiye-Polonya, Konseya Kar a Tirkiye-Yewnanîstan, Center For Democracy in Southeast Europe (Navenda Demokrasiyê ya li Ewropaya Başûrê Rojhilat).
Endamê Lijneya Rêveberiya TESEVê, endamê Lijneya Şêwirê ya Enstîtuya Civaka Vekirî, endamê Komeleya Welatiyên Helsînkiyê, û piştevanê Weqfa Dîrokê (Tarih Vakfı) û Anadolu Kültürevi ye. (EKN/FD)