Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Komeleya Mafên Mirovan(IHD) encamên bûyerên di dema Halê Awarte de eşkere kirin.
Lijneya Ewlehiya Neteweyî dê îro kom bibe, mijara sereke ya lijneyê dirêjkirina dema Halê Awarte ye. IHDyê eşkere kir divê dema Halê Awarte neyê dirêjkirin.
Di 21ê Tîrmeha 2016ê de li Tirkiyeyê Halê Awarte hat îlankirin, piştî îlankirinê, pênc caran dema Halê awarte hat dirêjkirin.
Li gor encamnameya IHDyê eşkere kirî, Wezareta Dadê eşkere kiriye ku di dema Halê Awarte de:
“169 hezar û 13 kes hatine desteserkirin. 50 hezar û 510 kes hatine girtin. 43 hezar û 489 kes bi şertê kontrola edlî hatine serbestberdan. 8 hezar û 87 kes qaçax in.
“Bi biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de [hikûmetê] dest danî ser birêvebiriya 94 şaredariyan. Şaredarên 98 ji wan şaredariyan ji Partiya Herêman a Demokratîk(DBP) bûne.
“Bi biryara Lijneya Bilind a Dadger û Dozgeran(HSYK) 4 hezar û 240 dadger û dozger ji karê wan hatine avêtin.
“113 hezar 440 karmendên dewletê ji karî hatine avêtin.
“1412 komele û 139 weqif hatin girtin.”(AS/MB)