Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Girtîgeha Amedê dest danî ser kitêba hevserokê Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) Selahattîn Demîrtaş ya bi navê “Seher.”
Li gor nûçeya Mezopotamya Ajansê, di 2yê Çiriya Pêşiyê de hevşaredarê girtî yê Hîzanê Ihsan Ûgûr ji Girtîgeha Elezîzê ji bo Girtîgeha Amedê hat şandin.
Dema Ûgûr çûyî Girtîgeha amedê deh kitêbên xwe jî bi xwe re birine. Yek ji kitêbên wî kitêba çîrokan a bi navê “Seher” e ku Selahattîn Demîrtaşî nivîsîye.
Birêvebiriya Girtîgehê, dest daniye ser kitêban û diyar kiriye:
“Ew kitêb ne kitêbên dersê ne. Çêdibe peyamên şifrekirî tê de hebin.”
Parlamenterê Partiya Komarê ya Gelî(CHP) Sezgîn Tanrikûlûyî bi pirsnameyekê ji serokwezîrê Bînalî Yildirim pirsî:
“Rast e ku kitêba Selahattîn Demîrtaşî “Seher” ya ji 100 hezaran zêdetir hatiye firotin, li Girtîgeha Amedê hatiye astengkirin?
“Gelo we şîfreyek di kitêbê de dît?”(EA/MB)