Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Xebatkarê Balyozxaneya Amerîkayê, Metîn Topûz û parêzerên wî hev nedîtine, ji ber wê krîza nedana vîzeyê çêbû, wezîrê dadê diyar kir ku ew dê hev bibînin.
Wezîra dadê Abdûlhamît Gûlî got:
“Metîn Topûz û parêzerê/a wî dê sibeyê hev bibînin.
Balyozê Amerîkayê yê li Tirkiyeyê bi daxuyaniyekê eşkere kiribû ku xebatkarê balyozxaneya wan û parêzerên wî nikarin hev bibînin.
Wezîrên karê derve hev dîtibûn
Wezîrê karên derve, Mevlût Çavûşoglû bi wezîrê karên derve yê Amerîkayê Rex Tillersonî re axivî.
Herdu wezîr li ser biryara nedana vîzeyê ya herdu welatan axivîn.
Bixwîne - “Biryara nedana vîzeyan biryara Qesra Spî û Wezareta Karên Derve bû”
Tîllersonî eşkere kiriye wî ji Çavûşoglûyî re gotiye:
“Divê hikûmeta Tirkiyeyê bi zelalî sebebên sûcdarkirina û girtina [xebatkarên Balyozxaneya amerîkayê] eşkere bike. “
Li gor nûçeya NTVyê lijneyek dê ji bo çareserkirina kêşeyan ji Amerîkayê bê Tirkiyeyê.
Çi bûbû?
Polîsan xebatkarê Balyozxaneya Amerîkayê Metîn Topûz desteser kiribû li gor nûçeya Toygun Atîllayî ya li rojnameya Hûrriyetê ji bo xebatkarekê dî jî biryara desteserkirinê hatiye dayin.
Di 4ê Çiriya Pêşiyê de dema xebatkarê balyozxaneyê bi lêpirsîna Rêxistina Terorî ya Fethûllahgir(FETO) hatî girtin balyozxaneyê bi daxuyaniyekê diyar kiribû ew ji vê rewşê nerihet e.
Li ser vê yekê:
Balyozxaneya Amerîkayê ya li Tirkiyeyê daxuyandiye ku li Tirkiyeyê vîzeya ji bo çûyina Amerîkayê dê neyê dayin.
Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li bajarê Washingtonê yê Amerîkayê daxuyandiye ku ew jî dê vîzeya ji bo çûna Tirkiyeyê nede.(HK/MB)