Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Doza pêşiyê ya wergêra Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) Meşale Tolûyê li Silivriyê li 29emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê birêve çû.
Tolûya ku hemwelatiya Almanyayê ye di daneşîna duh de got, “Ez îdiayên derbarê xwe de qebûl nakim. Ji ber ku min ji bo ETHAyê karê wergêriyê dikir polîsan min ji xwe re kirin hedef”.
Heyeta dadgehê di biryara xwe ya demkî de biryara serbestiya 8 kesan da. Lê Meşale Tolû jî di nav de ji bo 6 kesan jî biryara berdewamiya girtîtiyê stand.
Biryar hat girtin ku doz li Adliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê berdewam bike û wê daneşîna duyem jî di 18yê Kanûna Paşiyê lidar bikeve.
Bi endamtiya rêxistinê û propagandayê tê sûcdarkirin
Li gorî îdianameyê Meşale Tolû bi “endamtiay rêxistina terorê ya çekdar” û “kirina propagandaya rêxistina terorê” tê sûcdarkirin.
Li gel Tolûyê 14 jê girtî 18 kes bi îdiaya “endamtî û kirina propagandaya Partiya Marksîst, Lenînîst Komunîst (MLKP)” tên dadgehkirin.
Di îdianameyê de îfadeyên şahida veşartî jî heye.
Şahida veşartî ya bi nasnav “Eylul Kizilbaş”ê beriya ku Tolû bê dadgehkirin bi du salan, di 22yê Gulana 2015yê de îfade dabû û gotibû, “Meşale Tolûyê nas nakim lê belê Tolûya ku nas nake endamê rêxistinê ye”.
Çi Bûbû?
Polîsan di 30yê Nîsana 2017yê de girtibû ser mala Meşale Tolûya hemwelatiya Almanyayê ku bi kurê xwe yê 2 sal û nîvî lê dima û hat desteserkirin.
Di 5ê Gulanê de Tolû şandin edliyeyê û bi sûcê “endamtiya rêxistinê” ji hêla 9emîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Stenbolê hat girtin. Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê girtin.
Sûat Çorlû, hevjînê Tolûyê jî girtî ye û dadgehkirina wî berdewam dike. Kurê wan ê niha 3 salî ye, car caran li gel bavê xwe, car caran jî li gel dêya xwe li girtîgehê dimîne.
Wezareta Karên Derve ya Almanyayê: Divê di demeke kurt de serbest bimîne
Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Sigmar Gabrielî beriya daneşîne ji rojnameya Bildê re axivî û daxwaza serbestiya Tolûyê kir.
Li gorî daneyên Îlona 2017yê yên Wezareta Karên Derve ya Almanyayê niha 54 welatiyên Almanyayê li Tirkiyeyê girtî ne. 11 ji van, ji ber sedemên siyasî di girtîgehê de ne. Di nava van kesan de nûnerê Tirkiyeyê yê rojnameya Die Weltê Denîz Yucel, mafparêz Peter Steudtner û wergêr Meşale Tolû jî hene. (AS/FD)
* Fotoğraf: DER SPIEGEL