Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Dadgeha Cezayên Giran a 2. a Enqereyê ji Dadgeha Herêmê ya Enqereyê xwest ku dosyeya doza Yasîn Borû û Selahattîn Demîrtaşî bibe yek, dadgeha herêmê daxwza red kir.
Bixwîne - Dadgehê yekkirina doza Selahattîn Demîrtaş û Yasîn Borûyî red kir
Li gor nûçeya Ferît Aslanî ya li Ajnsa Nûçeyan a Doganê(DHA) dadgeha herêmê ji bo lêpirsîna herdu dozan eşkere kiriye ku “li gor ûsûlê ye.”
Parêzerê Selahattîn Demîrtaşî, Mahsûnî Karamanî eşkere kiriye ku heta niho nahatiye dîyarkirin ka kîjan dadgeh dê dozê bi rê ve bibe. Dosyeya dozê di navbera dadgehan de diçe û dihê.
Çi bûbû?
Ji ber bûyerên 6-8ê Çiriya Pêşiyê ya 2014ê ku ji bo Kobanîyê xwenîşandan hatibûn kirin doz li hevserokê Partiya Gelan a Demokratîk(HDP), Selahattîn Demîrtaşî hat vekirin.
Di bûyerekê de Yasîn Borû û hevalê wî hatibûn kuştin.
Dadgeha Cezayên Giran a 19. ya Enqereyê ji Dadgeha Ceyan Giran a Enqereyê ya 2. bû cara sêyem ku xwest herdu doz bêne yekkirin.
Dadgeha Ceyan Giran a Enqereyê ya 2. da zanîn “heke eşkere bibe ku bersûcî sûc kiriye jî ne mijarek e ku bi dosyeya [dozê] ve eleqedar be.”
Parlamentera Edeneyê ya HDPyê, Meral Daniş Beştaşê ji bianetê re gotibû:
“Ti têkiliya me bi mirin û kuştinan ve nîne.Weke sîyasetmedarên dî ji ber çalakiyên demokratîk doz li Demîrtaşî jî hatiye vekirin. Yekkirina van dozan rê dide mûdaxele li pileyên bilind ên siyasetê bê kirin.
“Li gor Makeqanûnê çênabe ku ev dosye bêne yekkirin. Bi şexsê Demîrtaşî ev tehdîdeka li hemî sîyasetmedaran e.”(ÇT/MB)