Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Parêzerên serokkomarê Recep Tayyîp Erdogan gilîya lîstikvanê Amed Sporê kir û diyar kir wî li ser Twîtterê heqaret li serokkomarî kiriye. Polîsan Nakî desteser kir, Dadgeha Amedê lêpirsîn da dest pê kirin.
Amed Spor yek ji tîmên fûtbolê(topa pêyan) e ku di lîga duyem a TFFyê(Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê) cih digire.
Piştî Nakî hatî desteserkirin eşkere bû ku hesabê li ser navê wî hatî vekirin ne hesabê wî ye. Denîz Nakî îfade da û ji navenda polîsan derket.
Parêzerên Erdoganî gilî kir
Parêzerên serokkomarê Recep Tayyîp Erdogan gilîya lîstikvanê Amed Sporê li Serdozgeriya Amedê kir li ser vê yekê dageehê lêpirsînek li ser navê wî vekir û biryara desteserkirina wî da.
Eşkere bû ku lêpirsîna li ser Denîz Nakîyî hatî vekirin didome.
Denîz Nakî kî ye?
Denîz Nakî di sala 1989ê li Almanyayê hatiye dinê. Malbata wî ji Dêrsimê ye. Wî li gelek tîmên Almanyayê lîstiye.(Jêrtîma Dûren, Leverkusen, Paûlî). Wî di salên 2013-2014ê de li Gençlerbîrlîgîyê li Enqereyê lîst. Li Enqereyê êrîş li wî hat kirin. Piştî êrîşê derbasî Amed Sporê bû. Ji ber parvekirinên wî TFFyê ji bo 12 lîstina cezayê nelîstinê da wî. (EKN/MB)