Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Lijneya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî, Bernameya Mecbûrî ji bo xebatên nûkleerî da pêşiya Koreya Bakurê.
Lijneyê ji ber Bernameya Fûzeçêkirinê ya Koreya Bakurê ev biryar daye.
Li gor Ajansa Fermî ya Koreya Bakurê(KCNA) hikumeta wê derê biryar daye heta “kiriyarên dijminane yên Amerîkayê” li dijî Koreya Bakurê heye ji bo Bernameya Nûkleeran ew ê mûzakereyan neke.
Li gor KCNAyê hikumetê gotiye Amerîkayê êrîşeka reş li dijî Koreya Bakurê daye dest pê kirin.
Ceribandinên ji bo mûzakereyan
Koreya Başûrê ji bo mûzakereyan bangî Koreya Bakurê kiribû lê Koreya Bakurê diyar kiribû ev daxwaz “nesemîmî” ye.
Wezîrê karên derve yê Çînê, Yaang Yî di Lijneya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî eşkere kiriye divê Koreya Bakurê ji bo Bernameya Nûkleerî bê mecbûrkirin.(HK/MB)
Çavkanî: cnbc.com, nknews.org, BBC