Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
*Wêne: Elîf Akgûl / bianet
Li Dageha Cezayên Giran a 27. a Stenbolê, 19 kes ji bo Doza Cumhuriyetê têne dadkirin 12 kes ji wan di girtîgehan de ne. 11 kesên girtî xebatkar û birêvebirên rojnameya Cumhuriyetê ne û kesek bikarhênerê Twîtterê ye.
Rûniştina roja sêyem dest pê kir.
Îro roja sêyem e ku berpirsê weşana Rojnameya Cumhuriyetê yê girtî Murat Sabûncû, nivîskarê rojnameyê Kadrî Gûrsel, karîkatûrîstê Mûsa Kart, endamê Dîwana Birêvebir a Weqfa Cumhuriyetê Onder Çelîk, endamê Dîwana Birêvebir a Weqfa Cumhuriyetê Onder Çelîk, endamê Dîwana Birêvebir a Weqfa Cumhuriyetê Mustafa Kemal Gûngor, nivîskarê rojnameyê Hakan Kara, Berpirsê Pêveka Kitêban a Cumhuriyetê Turhan Gûnay, nivîskarê rojnameyê Gûray Oz, parêzerê Akin Atalay û nûçegihanê rojnameya Cumhuriyetê Ahmet Şik têne dadkirin.
BIXWÎNE: Nûçeyên Doza Cumhuriyetê
Ji 19 rojnamegerên bersûc, 11 rojnameger di girtîgehan de ne. Rojnamegerên ne di girtîgehê de Orhan Erinç, Günseli Özaltay, Hikmet Çetinkaya, Aydın Engin û Bülent Yener jî ji bo dadkirinê li dadgehê hazir bû.
Roja Sêyem
Hakan Karayî li dadgehê got:
"Em dixwazin li civakeka demokratîk fikrên xwe bi azadane pêşkêş bikin. Em dixwazin karê rojnamegeriyê bikin."
Hakan Karayî eşkere kir ku birêvebirên weqfê nikarin ji birêvebirên weşanê re bibêjin vê biweşîne vê neweşîne. Heke ew bê kirin divê berpirsê weşanê dest ji karê xwe berde.
Turhan Gûney berpirsê kovara kitêban a wek pêveka rojnameya Cumhuriyetê tê belavkirin bû. Wî got:
"Ew kesê min bi telefonê bakirî wî nivîskar akademîsyenek e. Tenê ji ber çar axiftinan 267 roj in di girtîgehê de me. "
Dîwana Dadkirinê
Serokê dîwana dozgeran Abdurrahman Orkun Dag dozê bi rê ve dibe.
Dozgerên endamên dîwanê: Mehmet Arslan û Halît Îçdemîr in.
Bersûc li Dadgeha Cezayên Giran a 27. a Stenbolê têne dadkirin. Gelek nûnerên rêxistinên parastina mafên mirovan jî ji bo temaşekirinê hatine dadgehê.
(EA/BK/AS/MB)