Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê eşkere kir ku 34 xebatkarên TRTyê(Radyo û Televizyonên Tirkan) ByLock* bi kar aniye û bi wê sebebê biryara girtina wan da.
Li gor nûçeya Ajansa Anadolûyê xebatkarên TRTyê bi lêpirsîna FEToyê(Rêxistina Terorî ya Fethûllahgir) dê bêne desteserkirin.
Li gor Rapora Çavdêriya li Medyayê ya ku bianetê amade kiriye, di dema Rewşa Awarte de, li gor hejmarên heta 1ê Nîsana 2017ê hatîn amadekirin, 8 xebatkarên TRTyê di girtîgehê de ne.
Piştî 20ê Tîrmehê 63 xebatkarên medyaya nêzîkî Cimaeta Fethûllahî hatine girtin.
Xebatkarên TRTyê yên di girtîgehan de ev in:
Ahmet Yavaş, Ali Yüce , Ersin Şanlı, Hakan Aksel, Halil İbrahim Mert , Nuri Durna , Yalçın Güler, Seyid Kılıç.(EA/MB)
*ByLock: Sepana peyamşandinê ya parastî ye. Piştî Hewildana Derbekirinê eşkere bû ku endamên FETOyê ew sepan bi kar aniye.