Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Alk. Doç. Dr. M. Sînan Bîrdal yek ji wan Akademîsyenên Aştîxwaz e ku danezana “em ê nebin şirîkên vî sûcî” îmze kiriye. Zanîngeha Işikê M. Sînan Bîrdal ji karî avêt.
Bîrdalî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî nivîsîye ku ji ber wî îmze avêtiye danezana Akademîsyenên Aştîxwaz û ew ji biryara xwe venegeriyaye ew ji karî hatiye avêtin.
75 Akademîsyenên Aştîxwaz ji karî hatine avêtin. 312 akdemîsyenên îmze avêtîn danezanê bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnan de ji karê dewletê hatine avêtin.
M. Sînan Bîrdal kî ye?
Li Zanîngeha Enqereyê li Beşa Têkiliyên Navneteweyî xwend. Li Zanîngeha Başûrê Kalîfornîayê master û doktora kir. Li rojnameya Evrenselê dinivîse. Li Zanîngeha Işikê kar dikir.
(CK/BK)