Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Du karkerên ku li Firoşgeha Zanîngeha Katîp Çelebîyî kar dikirin li ber nivîsa NAyê wêneyek girt. Ji ber vê yekê ji karî hatin avêtin.
Herdu karker ji bo şirketeka taşeron dixebitîn. Birêvebirên şirketê telefonî yek ji xebatkaran a bi navê Zeynep Gûrler kiriye û jê re gotiye ku ew ji karî hatiye avêtin.
Gûrler ji bianetê re axivî û wê diyar kir ew ê dozê li şirketê veke.
“Rêvebirê şirketê got we afîş hilawistine bi ser re we nîşana biserkeftinê nîşan daye. Ma hûn şerm nakin. Serokatiya zanîngehê hûn ji karî avêtine em nikarin tiştekî bikin.”
(BK/MB)